Yuksekdag malbata xwe dît: Bila gelên me bi moral bin
Yuksekdag bi rêka malbata xwe ku li girtîgehê hev dîtin, peyama “Bi moral im, divê moralê gelê me jî bilind be” şand.
Yuksekdag bi rêka malbata xwe ku li girtîgehê hev dîtin, peyama “Bi moral im, divê moralê gelê me jî bilind be” şand.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, cara yekê li Girtîgeha Kandirayê bi malbata xwe re hevdîtinek vekirî kir. Di hevdîtinê de bav Mevlût Yuksekdag û bira Tarik Yuksekdag amade bûn.
Piştî hevdîtinê, malbatê agahî da, ragihandin ku rewşa tenduristiya Yuksekdag baş bû û moralê wê bilin bû û ev hevokên Yuksekdag parve kirin; “Dibe ku cismê me di hundir de be, lê fikrên me li derve ne. Ez her kesî gelekî silav dikim.
Ez hezkirin, rêzên xwe dişînim. Bi moral im, divê moralê gelê me jî bilind be.”