Yuksekdag: Li dijî faşîzmê em berê xwe bidin sindoqan!
Fîgen Yuksekdag: Ji bo ked û têkoşîna gelê me û ji bo berxwedana li derve û hundir, xwedî li dengan derkevin.
Fîgen Yuksekdag: Ji bo ked û têkoşîna gelê me û ji bo berxwedana li derve û hundir, xwedî li dengan derkevin.
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag derbarê hilbijartinan li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da.
Yuksekdag di peyama xwe de qala van tiştan kir: “Roja Yekşemê biçin ser sindoqan. Ji bo ked û têkoşîna gelê me û ji bo berxwedana li derve û hundir, xwedî li dengan derkevin. Li ser sindoqan li dijî faşîzmê û ji bo rûmet û azadiya me em mil bidin hev.
Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin. Divê hesabpirsîna me jî mezin be. Ez silavên xwe yên taybet ji Wanê re dişînîm a ku ez du caran li wê derê bi navê parlementeriyê hatim hilbijartin. Ez bawer im wê gelê Wanê ya ku wijdanê wan xurt e wê tişta pêwist bikin.”