Yuksekdag ji bo 'Meşa Edaletê' peyamek şand

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag, ji Meşa Edaletê ya ku CHP'ê daye destpêkirin mesajek şand.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Fîgen Yuksekdag, ku li Girtîgeha Girtî ya Hejmara 1 a Kandirayê girtî ye, li ser Meşa Edaletê ya ku ji aliyê Lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ve tê dewamkirin, peyamek da.

Peyama Yuksekdag ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya HDP'ê ve hate weşandin.

Peyama Yuksekdag bi vî rengî ye:

"Em zêdeyî 49 ji sedî ne; em dikarin edalet, aştî û azadiyê bi dest bixin.

Ji Girtîgeha Kandirayê bi hêvî û piştgiriyê merheba ji we re! Di vê xaçerêya meşê de, ku ji aliyê Birêz Kiliçdaroglû ve hatiye destpêkirin û dildarên maf û edaletê yên ji hemû derdoran mezin kiriye, hêvîdarim wê rêya we vekirî be.

Ji bo me jinan, her gava ku di rêya edalet, demokrasî û azadiyê de tê avêtin, hêja ye. Bi vê wesîleyê, weke HDP'yî û DBP'yî, parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên girtî, em serketinê ji meşa we ya edaletê û meşvanên we re dixwazin.

Bêguman pêwîstiya welatê me û gelên me ji edaletê, ji hemû xwemaliyên siyasî wêdetir e. Em ji kîjan partî, nêrîn xwemaliyê dibin bila bibin, edalet ji bo her kesî pêwîstiyeke jiyanî ye. Ji ber vê yekê divê em cihêrengiya xwe deynin aliyekî û ji bo mêzîna edaletê ya parçe bûye ji nû ve sererast bikin divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Weke tevgereke ku bi qasî 100 hevşaredarên wê, 11 parlamenter û hevserokên wê, bi hezaran endam û rêveberên wê hatine girtin, dîl hatine girtin, em ji bûyerên bi serê me ve hatine baş dizanin bê hiqûq û edalet çawa têk çûye.

Ji bo ev têkçûn veguhere bilindbûnê, pêwîste em xwe li hişmendiya welatê hevpar, hiqûqa welatîbûna wekhev bigirin, bi rengekî xurt û hevgirtî gotina 'edalet ji bo her kesî' bînin ziman û ji bîr nekin ku rêya edaletê ji rawestgehên demokrasî û azadiyê derbas dibe.

Di nava van şert û mercan de, ku rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, mirovên ji bo nan û karê xwe mirin dane pêş çavên xwe û karê xwe diparêzin û her kesên mîna Qesrê nafikirin tên girtin, divê em li şûna xwevegirtina ji hev, hevpariyê û li şûna rawestandinê em li her qada jiyanê bimeşin.

Em zêdetir in ji 49 ji sedî; em dikarin aştî, edalet û azadiyê bi dest bixin. Hêvîdar im ev meş wê xwe bigihîne rêyên din, ji Maltepeyê bêhtir deriyan veke. Bi van hêvî û bendewariyan, li ser navê hevalên min ên siyasetmedar ên girtî, serketinê ji meşvanên edaletê re dixwazim. Bi hêviya ku em li Tirkiyeyeke adîl, azad û demokratîk li hev bicivin."