Yuksekdag: Em gotinên Erdogan lê vedigerînin

Li ser navê parlamenter û siyasetmedarên HDP'ê yên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1. a Kandirayê tên girtin Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî da û bersiv da gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên li Hambûrgê anîbû ziman.

Daxuyaniya Yuksekdag, ku ji aliyê Navenda Giştî ya HDP'ê ve hate weşandin, wiha ye:

"Ji Serokê Giştî yê AKP'ê hebû, ku wê bi girtina vîna gelan re, ku bi rêyên rewa yên siyaseta demokratîk nekarî bû pê, wê bifetisîne lê xwe xapand. Niha jî li tevahiya cîhanê xwe û welêt rezîl dike û bi vê erzanî û heqaretan hewl dide xwe ji rewşa heyî rizgar bike. Weke ku tê dîtin, her ku xwe dilivîne, hîn bi nav de diçe.

Selahattîn Demîrtaş û HDP, li hemberî desthilatdariya siyasî ya ne rewa, bûne sembola rewatî û mafdariyê. Demîrtaş îradeya 6 mîlyon însanî ye. Hemû hewldanên reşkirin û heqaretê wê li bin guhê vê îradeyê bikevin û jê vegerin. Mîna yên beriya xwe, ev êrîş jî wê nikaribe rastiya rojê tarî bike.

Em bang li Serokê Giştî yê AKP'ê dikin, ku berî ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê re bêje 'terorîst' bila hesabê hevkariya xwe ya bi rêxistinên terorê yên herêmî û global re bide. Em wan gotinên wî yekser li wî vedigerînin."