Yuksekdag: Em ê jiyana azad ava bikin

Yuksekdag: Em ê jiyana azad ava bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku ji bo gel di siyaset, jiyana civakî de bibe kirde divê bajar bi bajar, kolan bi kolan xwe ji nû ve rêxistin bikin û wiha got: “Aliyê esas ê ku em ava bikin, rê ye. Di vê zemînê de  aştî, çareserî û jiyaneke azad a ku gel bi hev re dijîn, karkerên ku bi keda xwe tên xelatkirin, civakeke azad a ku jin û ciwan têde dijîn, jineke nû ya ku ji talankeriya kapîtalîzmê rizgar bûye em ê ava bikin."

Fîgen Yuksekdag ku di 5’emîn Civata Giştî ya HDK’ê de axivî û di berdewamiya axaftina xwe destnîşan kir ku hêza ku  HDK gihandiye partîbûnê, zemîna ku jiyana ku rastî êrîşê hatiye ji nû ve avakirinê ye û wiha pêde çû: “Bindest, kesên têkoşîna ked û demokrasiyê didin, yanî xebateke avakirinê ya ji paşerojê heta roja me ya îro digire nav xwe. HDP di vê pêvajoyê de vejiya. Bi koalîsyona kedê re  dema qezenckirina qadên nû û hilberînên nû hatiye.

Yuksekdag anî ziman ku wê kolan bi kolan, bajar bi bajar xwe ji nû ve ava bikin û ev jî nîşaneya ku gel di siyasetê de jiyana civakî de bûye kirde nîşan dide. Yuksekdag wiha berdewam kir: “Aliyê esas ê em ava bikin, rê ye. Di vê zemînê de  aştî, çareserî û jiyaneke azad ya ku gel bi hev re dijîn, karkerên ku bi keda xwe tên xelatkirin, civakeke azad a jin û ciwan têde dijîn, jineke nû ya ku ji talankeriya kapîtalîzmê rigar bûye em ê ava bikin. Ez kesên ku hêzê hîs dike silav dikim. Ez dixwazim îfade bikim ku em ketine demek nû.”