Yuksekdag: Desthilatdariyê hedef nîşan da

Yuksekdag: Desthilatdariyê hedef nîşan da

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di axaftina xwe ya li civîna koma partiya xwe de destnîşan kir ku êrîşa li Enqereyê, encamek ji hedefnîşandana partiya wan e. Yuksekdag ragihand ku êrîş ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye organîzekirin û got, "Mixabin navenda êrîş lê hatiye organîzekirin, desthilatdariya siyasî ye. Hikûmeta AKP û yên îdîa dikin serkêşên hikûmetê ne, bi rojane bi zimanekî şer û tûj diaxivin. Medya alîgir a li gel wan tevdigere jî bi reşkirin û manîpulasyonan, li pêş çavê tevahiya cîhanê partiya me kir hedef."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, li civîna koma partiya xwe axivî. Yuksekdag bi şermezarkirina êrîşa li hemberî endamê Meclîsa Partiya wan Ahmet Karataş ku li avahiya wan a li Enqereyê rû da, dest bi axaftina xwe kir. Yuksekdag got, "Mixabin me bi êrîşeke nexêr dest bi rojê kirin. Ya rast ev êrîş ji berê ve hatibû ragihandin. Em êrîşê bi tenê weke êrîşa kesekî hêrsbûyî nabînin. Ev êrîş encameke zext û hedefnîşandana partiya me ye."

Yuksekdag diyar kir ku ev meheke li hemberî partiya wan êrîş tên amadekirin û got, "Mixabin navenda ku êrîş lê hatiye organîzekirin, ji bilî desthilatdariya siyasî ne ti cih e. Hikûmeta AKP û yên îdîa dikin serkêşên hikûmetê ne, bi rojane bi zimanekî şer û tûj diaxivin. Medya alîgir a li gel wan tevdigere jî bi reşkirin û manîpulasyonan, li pêş çavê tevahiya cîhanê partiya me kir hedef." Yuksekdag da xuyakirin, ku di serî de siyaseta xwedîderketina li Kobanê ew siyaseteke aştiyane û alîgirê çareseriyê dimeşînin û got, "Lê belê mejiyê li pêşberî me, ji vî zimanî fêm nake. Careke din nîşan da ku ji vî zimanî fêm nake."

'DESTPÊKÊ HÛN WEKE HIKÛMETÊ TEVBIGERIN'

Yuksekdag gotinên Serokwezîr Davûtoglû ku digot, "HDP weke partiyeke siyasî tevnagere, bila weke partiyeke siyasî tevbigere, di rewşeke berevajî de wê mûxatap neyê dîtin" bibîr xist û wiha axivî: "Em ji Birêz Davûtoglû û hikûmetê re dibêjin; Berî ku hûn tevgera partiyeke siyasî nîşanî me bidin, hûn mîna hikûmetê tevbigerin. Di demeke krîtîk û aloz de, gelo çêdibe hikûmeteke berpirsyariya çareserî û aştiyê ya gelan li ser mil e, zimanê şîdetê veguherîne bismîla? Radizên û radibin bi HDP'ê re mijûl dibin, ev yek jî veguherandine meseleyeke bingehîn a dewletê. Wezîfeya we ne ev e, wezîfeya we pêkanîna aştî û pêşeroja gelan e."

Yuksekdag da zanîn ku HDP, berpirsyariya siyasî ya ku hikûmet nîşan nade nîşan dide û got, "Hûn bi HDP'ê re mijûl dibin, lê li vî welatî pêvajoya çareseriyê rawestiya ye. Zimanê aloz û şer dikeve dewrê. Bi ser karkeran kan hildiweşe, bi rojane hûn nikarin jê derxînin. Di nava hefteyekê de nêzî 40 karker mirin."

'HÛN BÛN DÎLGIRTIYÊ KAOSA XWE'

Yuksekga da zanîn ku welat di pêvajoyên zehmet re derbas dibe û anî ziman ku HDP wezîfeyên dikevin ser milê xwe di asta herî pêş de bicih aniye. Yuksekdag got, "Başe hikûmet çi dike? Bi hejandina maseyê gefê li me û gelên Tirkiyeyê dixwe. Gefê li HDP'ê dixwe. Di destê we te bi tenê guliyek maye, ew jî pêvajoya çareseriyê ye. Niha jî hûn radibin hewl didin wî gulî bişkînin." Yuksekdag destnîşan kir ku hikûmetê xwe kiriye dîlgirtiyê kaosa xwe.

'JI HIKÛMETÊ RE DERSA DEMOKRASIYÊ HAT DAYÎN'

Fîgen Yuksekdag bal kişand ser çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û diyar kir ku wan banga derketina kolanan kirine û li ser bingeha demokratîk wan çalakiyên xwe lidar xistine. Yuksekdag diyar kir ku hikûmetê roja Kobanê jî veguherandiye krîzê û destnîşan kir ku ji ber destwerdana leşker û polîsan li çalakiyan nebû, di nava rewşeke aram û aştiyane de derbas bû. Yuksekdag ragihand ku ji ber vê rewşê divê medya alîgir û rayedarên hikûmetê lêborînê ji gel bixwazin û anî ziman ku gel bi çalakiyên xwe yên demokratîk, derseke mezin a demokrasiyê daye hikûmetê.

'ZILMA KERBEYA TÊ JIYÎN'

Yuksekdag bal kişand ser rojiya Mûharrem û diyar kir ku Hz. Huseyîn li Kerbelayê ji bo edaletê li dijî yezîdan derketiye û got, "Di roja îro de jî gelên me li aliyekî xiyanet, êş û şînê dijî, lê li aliyê din kevneşopiya berxwedana Hz. Huseyîn û ehlîbeyt didomînin. Em li Kobanê zilma Kerbela dibînin. Yên duh êrîşî ehlîbeyt kirin li ser navê Misilmantiyê tevgeriyan, yên îro li Kobanê hovîtiyê dikin jî navê Misilmantiyê bikar tînin."

'DEST JI BEREVAJÎKIRINA RASTIYAN BERDIN'

Yuksekdag diyar kir ku çalakiyên gel ên ji bo Kobanê hin hêz neçar hiştine ku ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê û anî ziman ku welatiyên ji Kobanê derbasî Tirkiyeyê bûne jî di nava şert û mercên zehmet de li ber xwe didin û hikûmet wezîfeya xwe bicih nîne. Yuksekdag da zanîn ku 9 hezar kes di konên dewletê de dimînin û 135 hezar welatî jî li herêmê bi derfetên şaredariyan û gel xwedî li wan hatine derketin. Yuksekdag got, "Raporên we yên mîna qurmikan û daneyên me li hev nayên. Dest ji berevajîkirina rastiyan berdin."

Yuksekdag ji gelan xwest, ku xwe ji bo agahiya serketinê ya dema nêz a Kobanê, amade bikin.