Yuksek: Statuya Rojava ji bo me bingeha sereke ye

Yuksek: Statuya Rojava ji bo me bingeha sereke ye

Kongreya DBP’ê ya Amedê wê di 22’yê Mijdarê de li Amedê pêk bê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek di konferansa amadekariyê de axivî û diyar kir ku statuya Rojava ji bo wan yek ji xalên bingehîn e û ji ber ku hikûmeta AKP’ê bi awayekî berjewendîperest û mijûlkar nêzîkî pêvajoyê dibe pêvajo hatiye merhaleyeke krîtîk.

Rêxistina DBP’ê ya Amedê beriya Kongreya DBP’ê ya Amedê ya wê di 22’yê Mijdarê de pêk bê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin konferansa amadekariyê li dar xist. Li salona konferansê pankart û poster hatin daliqandin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Parlamentera HDP’ê yê Amedê Nursel Aydogan, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên navçeyan, rêveberên DBP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi sedan welatî beşdar bûn. Endamê Meclîsa Partiyê (PM) a DBP’ê Mazlum Tekdag ê di komîsyona amadekar a kongreyê de cih digire di konferansê de axivî û bal kişand li ser salvegera qetlîama Sînemaya Amûdê ya ku 300’î zêdetir zarokên Kurd hatin şewitandin û diyar kir ku ji bo vê bersiva herî mezin Şoreşa Rojava ye.

Piştre biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Dîlek Ocalan a ku komîsyona amadekariyê ya kongreyê de cih digire, peyama Ocalan a ji bo Kongreya Giştî ya DBP’ê şandibû xwend. Pişti peyama Ocalan hate xwendin Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek axivî. Yuksek got ku gelê kurd di pêvajoyake girîng de derbas dibe û wiha berdewam kir: “Heke em karaktera pêvajoya têde ne baş tespît nekin em ê rêxistinkirineke çawa pêş bixin. Di dîrokê de gelek mînakên bi vî rengî hatine jiyîn. Gelên ku pêdiviyên pêvajoyê bi cih anîne, hatine asta ku tê xwestin. Ji bo gelê me jî, ji bo me jî ev wisa ye. Divê hin tespîtên dîrokî bê kirin.”

Yuksek bilêv kir ku konferans cihên ku ferasetên şaş tên mehkumkirin e û divê ew pirsgirêkên rêxistinî yên wan paşve dikişîne çareser bikin, li hemberî dîrokî ferasetên ku wan paşve dikişîne tespît bikin û mehkûm bikin. 

Yuksek da zanîn ku beriya sed salan cîhan ji nû ve hatiye tespîtkirin, lê Kurd ji ber ku wê demê di zanebûna neteweyî de nebûne ya herî girîng jî rêbereke wan e rewşa cihanê binirxîne, çareser bike û ji bo gelê xwe perpektîfeke bide tunebû ji ber vê yekê jî negihîştine azadiya xwe. Yuksek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewldan ku Kurdan ji dîrokê tune bikin, tune hesibandin. Ev xelake herî dramatîk e, qirkirineke herî dijwar e. Bifikirin hêzêke navneteweyî tê û li vir qadeke dagir dike lê hebûna wê civakî înkar nake.

Em bi her awayî bi dagirkeriyê ve rû bi rû man, em tune hatin hesibandin. Hebûna me kirin mijara nîqaşê. Pêvajoyeke ku ewqas paşve bir hate jiyîn. Em sed sal in têkoşîna hebûnê didin. Bêguman têkoşîna me ya 40 salên dawî heye û vê yekê hebûna me da qebûlkirin. Me di encama têkoşîn û berdêlên ku şehîden me daye de hebûna xwe îspat kir. Êdî cîhan nikare Kurdan înkar bike. Lê tiştên ku me nekiriye hene. Têkoşîna me ya azadiyê hê jî didome.”

Yuksek got ku berxwedana Kurdan a li Rojava êdî xwe bi cihanê daye naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Paşveçûna psîkolojiya me, şikandina berxwedana me wê bibe sedema windakirineke dîrokî. Karaktera pêvajoyên kaosê nirxandina demê ye. Ji ber vê yekê divê em zanibin ku ji pêvajoyeke asayî derbas nabin, em di pêvajoyek ku qedera gelê xwe jiyan dikin de derbas dibin. Pêvajoya Şenga û Rojavayê em bi awayekî cuda xist rojeva cîhanê. Em anîn asteke cuda. Êdî hêzên cîhanê dizanin ku hêza tekane wê Rojihlata Navîn azad bike ye. Rojava îspata vê ye. Li vir rêxistinkirinên ku em pêş dixin wê bibe îspata vê.”

Yuksek destnîşan kir ku îro şunde di hemû xebatên ku bikin de statuya Rojava wê bibe xala wan a bingehîn û ji ber ku hikûmeta AKP’ê bi aweyekî berjewendîperest û mijulker nêzîkî pêvajoyê dibe, pêvajo hatiye merhaleyeke krîtîk, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayan nikare pêş bixe. Yuksek bal kişand li ser hin nîqaşên di nava partiyê û raya giştî jî wiha got: “Divê hemû kes bi rêxistinê re bibe yek û ji nû ve tevlî bibe. Êdî bila hemû kes komên ku di nav de ne biterikînin. Em vê bi awayekî zelal dibêjin. Tenê partî û rêxistineke me heye. Divê pêvajoya dîrokî de yêni pey îktidar û berjewendiyê ne sûc dikin. Li Amedê yên ku li hemberî rêxistinbûnê dibin asteng wê hesab bidin. Lêpirsîn didome. Em ê destûr nedin nirxên ku ji aliyê gel û şehîdan ve hatine afirandin bê binpêkirin û em ê ji yên binpê dikin jî hesab bipirsin. Yên ku li hemberî vêbêdeng dimînin jî şirîkê ve yekê ne.”
Yu

ksek da zanîn ku wan navenda partiya xwe anîne Amedê û dê îro şînde wekî navend Amed e bixebitin. 

Piştî axaftina Yuksek konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Hate hînbûn ku di konferansê de wê pêvajoya siyasî, rol û mîsyona DBP’ê, têkîliyên HDP û DBP’ê, pirsgirêkên rêxistinî û pêşniyar bên nîqaşkirin. 

Li navçeyên Sîlopiya û Hezexê ji bo kongreyên DBP’ê amadekarî hatin temamkirin. Li Hezexê di 15’ê Mijdarê li Salona Konferansê ya Navendî ya Çand û Hunerê ya Şaredariya Hezexê, li Sîlopiyayê di li Salona Konferansê ya Şaredariya Sîlopiyayê kongre  bên lidarxistin.