YSK’ê serlêdana ji bo “Dîplomayê” red kir, lê îdîa bêbersiv hişt

YSK’ê, serlêdana ji bo ‘Dîplomaya Sexte’ ya Erdogan red kir, lê îdîa jî bêbersiv hişt.

YSK’ê, serlêdana Demîrtaş a têkildarî ‘Dîplomaya sexte’ ya Erdogan red kir.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), serlêdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş a têkildarî nirxandinên mercên “Xwendina bilind” a ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kirîterên ji bo hilbijartina Serokkomartiyê pêk naniye, nirxand.

YSK’ê, serlêdana Demîrtaş a roja 6’ê Hezîranê hat kirin, bi dengê hevpar red kir. Hinceta redkirinê jî, dîplomaya Erdogan a bi îmzeya noterê di dosyayê de cih digire ye. Lê, têkildarî sextebûna dîplomayê ti lêkolîn nehatin kirin.

YSK’ê, serlêdanên Serokê berê yê YARSAV’ê Omer Farûk Emîneoglû yên di vê çarçoveyê de jî red kir.

Tevî hemû redkirinan hê jî îdîayên ku dîplomaya Erdogan sexte ye yan ne, di rojevê de cihê xwe digire.

Li aliyê din Serokê YSK’ê Sadî Guven têkildarî kirîza dîplomayê wiha got: “Bersiveke ku em bidin nîne.”