YS: 27'ê Çileyê em li Kolnê berxwedanê geş bikin
Yoûng Strûggle (YS) ji bo çalakiya mezin a 27'ê Çileyê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir.
Yoûng Strûggle (YS) ji bo çalakiya mezin a 27'ê Çileyê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir.
Rêxistina ciwanan a Elmanyayê Yoûng Strûggle (YS), ji bo çalakiya 27'ê Çileyê ya li Kolnê ku ji bo Efrînê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
YS bi sernavê "Em Efrînê bikin Vîetnam" îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Mîna Kobanê, berxwedêrên leheng ên şoreşa Rojava wê bi hêza xwe êrîşên li ser Efrînê jî pûç bikin. Hê sê sal berê DAÎŞ weke artêşeke tirsê ya têk naçe dihate dîtin. Reqa keleha wan bû. Lê çi bû? DAÎŞ têk çû, Reqa hate rizgarkirin. Ne DYA, ne Rûsya, ne jî dewletên herêmê ev bi ser xistin. Yên ku ev kirin YPG, YPJ, QSD, MLKP û hêzên enternasyonalîst bûn. Eger îro DAÎŞ nikare li Ewropayê bombeyan biteqîne, nikare komkujiyan bike, ev yek bi saya hêzên berxwedên ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ne. Îro jî dîktatoriya faşîst a Erdogan ji bo tinekirina van lehengan bi rengekî dagirkerî êrîş dike."
Yoûng Strûggle da xuyakirin ku dewleta Elman bi bazirganiya xwe ya çekan re berpirsyarê vî şerî ye û bang li gelê Elman kir ku nerazîbûnê nîşanî desthilatdariya Merkel bide û li kolanan bi gelê Kurd re bibe yek.
Yoûng Strûggle bi vê armancê bang kişand ser çalakiya 27'ê Çileyê li Kolnê were lidarxistin û banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ala enternasyonalîzmê li kolanan, li meydanan, li dibistanan, li zanîngehan, li kargehan bilind bikin. Em kevneşpiya berxwedana aştiyê ya navneteweyî ya li dijî dagirkirina Vîetnamê îro jî nîşan bidin. Em bi hev re Efrînê bikin Vîetnam."