YRK’ê bersiva êrîşa rejîma Îranê ya li ser gelê Banê da

Piştî êrîşkirina rejîma Îranê ya li ser gelê Banê û şûnde, hat ragihandin ku YRK li dijî pasdaran çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya li gundê Sawan a Banê de 2 pasdar hatin kuştin.

Êrîşên rejîma Îranê ya li dijî protestokirina gel a li hember kuştina 2 kolberên duh li Banê ya Rohilatê Kurdisanê dewam dike, ji YRK’ê li dijî êrîşên li ser gel bersiv.

Li gorî çavkaniyên herêmê ku agahî dan ANF’ê, îro Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li dijî qereqolê li gundê Sawan a Banê çalakiyek lidar xistine.

Di çalakiya hate lidarxistin de, 2 pasdarên Îranê hatine kuştin û herî kêm 2 pasdar jî birîndar bûne.

Çalakiya YRK’ê, piştî daxuyaniya KODAR’ê ya ji bo piştgirîkirina çalakiyên gel ên li Banê hate kirin. Lê heta niha ne ji KODAR û ne jî ji YRK’ê têkildarî vê mijarê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.