YRD: Rûdaw TV propaganda dijberiyê û weşana nûçeyên derew didomîne
YRD'ê got, "Rûdaw TV di hemû weşanên xwe de li dijî şoreşa Rojava propaganda dijberiyê dike û nûçeyên derew, diweşîne."
YRD'ê got, "Rûdaw TV di hemû weşanên xwe de li dijî şoreşa Rojava propaganda dijberiyê dike û nûçeyên derew, diweşîne."
YRD'ê got, "Rûdaw TV di hemû weşanên xwe de li dijî şoreşa Rojava propaganda dijberiyê dike û nûçeyên derew diweşîne."
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Rûdaw TV propagandayên dijberiya şoreşa Rojava û weşandina nûçeyên derew, dewam dike.
Di daxuyaniya YRD'ê de hat ragihadin, ku Şoreşa Rojava a bûye hêviya azadiyê ya tevahiya mirovahiyê, bala hemû mirovan dikişîne ser xwe û hat destnîşankirin, ku ji bilî Komara Tirkiyeyê li gelemperiya cîhanê ti hêz û welat nemane vê rastiyê qebûl nakin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mirovahiya ku li cem hêzên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û her roj serketinên nû bi dest xist, niha jî di têkoşîna ji nû ve avakirina Kobanê û Şoreşa Rojava de cihê xwe digire. Ji ber vê yekê; doktor, endezyar, mîmar, karker her kesên karibin tevkariyê li vê têkoşînê bikin berê xwe didin Şoreşa Rojava.
Şoreşa Rojava ya ku li qada navneteweyî bi coşeke bi vî rengî tê pêşwazîkirin û qebûlkirin, di heman demê de weke şoreşeke yekbûyîna gelê Kurdistanê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Îro li Rojava keç û xortên leheng ên ji hemû parçeyên Kurdistanê li cem hev şer dikin, xwîna wan tevlî hev dibin û şehîd dikevin.
Ev rastî, ji her kesê ji xwe re dibêje mirov im, welatparêz im, ji her Kurd û Kurdistaniyan re cihê rûmetdariyê ye. Ev yek jî ji bo her Kurd û Kurdistaniyan tê wateya berpirsyarî û wezîfeyên nû ji bo şoreşa Rojava bi cih werin anîn."
RÛDAW TV LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA PROPAGANDA DIKE
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke YRD çawa ku heta roja îro bi vê hişmendiya berpirsyarî û wezîfeyê em li cem şoreşa Rojava bûn, ji îro û pê ve jî em ê cihê xwe li cem bigirin" û bal hat kişandin ser van xûsûsan:
"Li pêşberî vê rastiyê, mixabin hin kes û saziyên ji xwe re dibêjin 'Kurd im' li şûna jiyîna coşa şoreşa Rojava, radibin zimandirêjiyê li Şoreşa Rojava û azadiyên vê şoreşê rê li ber vekiriye, dikin. Li şûna rastnîşandana Şoreşa Rojava, berevajîkirinê esas digirin. Rûdaw TV a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, serkêşiya van dike.
Rûdaw TV di hemû weşanên xwe de li dijî şoreşa Rojava propaganda dijberiyê dike û nûçeyên derew, diweşîne. Tevî van weşanên xwe yên şaş-derew û berevajîkirina rastiyan, bêyî ku ji xwe fedî bike û li ber xwe bikeve, radibe dibêje li Rojava azadiya çapemenî-weşanê hatiye qedexekirin.
RÛDAW TV RASTIYA ÇAPEMENIYA AZAD A LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HAT QEDEXEKIRIN JI NEDÎTÎ VE TÊ
Rûdaw TV ku bi weşanên xwe yên ji Rojava re her roj xwe bi xwe derewîn derdixîne, tevî êrîşên xwe yê qirêj ên li dijî Şoreşa Rojava, rastiya çapemeniya azad a li nava sînorên rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatiye qedexekirin, ji nedîtî ve tê. Li Başûrê Kurdistanê hîne beriya sal û nîvekê, di serî de DÎHA ya bi awayekî qanûnî xebatên xwe dimeşîne, gelek sazî bêyî hincetek were nîşandan hatin girtin û pêşî li weşana wan hat girtin. Di heman demê de rojnameya jinê Turuska hat girtin û herî dawî weşanên ROJ NEWS hatin astengkirin.
Rûdaw TV li şûna ku zimandirêjiyê li şoreşa Rojava û azadiyên şoreşê afirandiye bike, divê beriya her tiştî vê bibîne û li gorî vê yekê behsa azadiya weşan-çapemeniyê bike. Eger nikaribe vê bike, wê demê ti gotinên xwe ne hêja ye û ji aliyê azadiya çapemenî-weşanê ve ti wateya xwe nîne.
Divê neyê ji bîrkirin; azadiya çapemenî-weşanê ne redkirina azadiyan û êrîşkirina wan e. Têkoşîna ji bo azadiyan tê wê wateyê; ku mirov astengî û qedexeya azadiya mirovên li derveyî xwe weke êrîşek li dijî xwe bibîne û li gorî wê helwestê nîşan bide. Hingî mirov dikare behsa azadiya çapemeniyê bikin.
Rûdaw TV li şûna ku zimandirêjiyê li Şoreşa Rojava bike, bila destpêkê karibe bi vî rengî tevbigere."