Koordînasyona YRD'ê diyar kir, çeteyê Qesrê yê ku erkên qanûndanîn, dadgerî û rêveberiyê xistiye nava lepên xwe, bi rengekî ne qanûnî û bê exlaq tevdigere.
Di daxuyaniya YRD'ê de hat ragihandin, girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, rojnamevan Erol Enderoglû û nivîskar Ahmet Nesîn ên piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê, ne tenê rewşeke sosret a hiqûqî ye; di heman demê de nîşan dide bê welat ji aliyê zihniyeteke çawa ve hatiye dagirkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nêrîn, helwest û daxwazên van mirovên hêja yên rewşenbîr, ji bo siberojên bedew ên welatê me ne. Ji bo aştiya civakî ye. Ji bo yekîtî û hevgirtinê ye. Ji bo jiyana bi hev re ya wekhev a hemû çand û nasnameyan e. Lewma ev mirovên bedew, bi pênûs, dil û gotinên xwe bûne malê civakê. Nirxên Tirkiyeyê ne.
Weke YRD'ê em vê sosretiya dadgeriyê ku bi fermana Qesrê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û ji bo bidawîkirina vê rewşa sosret, em li bendê ne ku hemû hêz û saziyên pêwendîdar dengê xwe bilind bikin."