YRD: Em êrişa li dijî Germiyanî şermezar dikîn
YRD: Em êrişa li dijî Germiyanî şermezar dikîn
YRD: Em êrişa li dijî Germiyanî şermezar dikîn
Rojnamevan Kawa Germiyanî ku duh bi şev li Kelarê ji aliyê hinek kesên nasnama wan ne diyar ve hate qetil kirin Yeketiya Ragehandina Demokratîk (YRD) peyama sersaxiyê weşand.
YRD’ê di peyama xwe de ev êriş şermezar kir û wiha got: “Em rojnamevan Kawa Germiyanî ku li navçeya Silêmaniyê Kelarê ji aliyê kesên bi çekve hatiye qetil kirin bi rêzdarî bi bîr tînîn.”
YRD’ê di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Germiyanî ku bi salane bê ku pişt bide ti hêzekê û bê berjewendiyekî kesî bi hizire di çerçeveya exlaqê pişeya xwe de xebat di meşand. Germiyanî rojnamevanekî ku ji aliyê gel ve dihate heskirin û rêz didanê bû. Pênûsa wî weke wijdana wî alîgirê azadî û rastiyê bû.
Li vî welatî weke hemû mirovan mafê rojnamevana yê azadiya xwe îfade kirinê heye. Kes nikare pêşiya vê bigire. Erka rojnamevanan pirsgirêkên gel anîna ser ziman û derxistina rastiyan a holê ye. Li ser vê xalê pêwiste hemû kes xwedî li vê erkê derbike û piştgirî bike. Ev rêgezekî demokrasî yê ku dest jê neyê berdane.”
YRD’ê dawiya peyama xwe de yên ku ev êriş pêk anîn şermezar kirin û wiha got: “Weke YRD vê êrişa kirêtane şermezar dikîn û di serî de malbata Kawa Germiyanî ji bo hemû hevpîşeyên wî sersaxiyê dixwazîn.”