YPS-JIN li Sakaryayê çalakî kir: 4 leşker mirin 12 jî birîndar bû

YPS-JIN ragihand ku 9’ê Tîrmehê li navçeya Adapazari ya Sakaryayê li dijî wesayîta zirxî ya leşkerên Tirk li nav bû çalakî kiriye û 4 leşker hatine kuştin, 3 jê giran bi giştî 12 leşker jî birînar bûne.

Yekîneya Tolhildanê ha Hîzan Garzan a YPS-JIN a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku ji bo bîranîna Mezlûm Tekdag (Mezlûm Jiyanda) ê 1’ê Cotmehê di êrîşa esmanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya ‘Pêngava Tolhildanê ya li djiî mêtinger û sîxûr-hevkaran’ de li herêma Taşkisigi ya navçeya Adaparzari ya Sakaryayê li dijî wesayîteke zirxî çalakiyek hatiye kirin û ev agahî hate dayîn; “Li dijî wesayîteke zirxî ya leşkerî li herêma Şaşkisigi ya navçeya Adapazari bi teknîkeke taybet çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 jê giran bi giştî 12 leşker birîndar bûne. Di vê çalakiya bi bandor hate kirin de, wesayît bi temamî hatiye rûxandin.

Dewleta TC’ê her roj çiyayên Kurdistanê bombe dike û sivîlan qetl dike. Dijminê sondxwarî yên Kurdan hemû nirxênn mirovahiyê xistiye bin lingan û dixwaze vê bidomîne. Êrîşî goristana dike û zarokên Kurd bombe dike. Ev yek ne kiryara yekê ya dewleta TC’ê ye û têkoşîn neyê kirin wê nebe ya dawî jî. Li jêrzemînên Cizîrê mirovên me bi saxî şewitandin, gule li Mîray a 2 mehî reşandin. Me ne dayika Teybet a hefteyekê li erdê mayî û ne jî Hecî Bîrlîk ê li pey panzerê kişandî ji bîr kiriye. Weke tevgera tolhildana mezin, li dijî dewleta TC’ê her kêlî li her derê em ê di nava çalakiyan de bin.

Divê gelê me baş bizane ku dewleta TC’ê bi şerê taybet ê medyayê nûçeyên derew parve dike. Her çalakiya tê kirin, weke ku qeza bûye dixwazin binixûmînin. Ev yek jî dide nîşandan ku dewleta TC’ê çiqasî qels û lewaz e. Rejîma AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye. Em ê bi ruhê Cenga Heftanînê têkoşînê bilind bikin û darbeya dawî li faşîzma AKP’ê bidin. Em YPS-Jın di serî de bang li jinên berxwedêr û her kesî dikin ku cihê xwe di nava yekîneyên tolhildanê de bigirin darbeya dawî li faşîzmê bidin.”