YPS-JIN'ê li Izmîrê du çalakî kirin

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Yilmaz Gabar ên YPS-JIN'ê li Izmîrê avahiyeke ku du kargeh lê ne, 3 wesayit, hêwaneke dawetê û depoyek şewitand.

YPS-JIN'ê ragihand ku Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Yimaz Gabar bi çarçoweya ''pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxûr-nokeran'' li Izmîrê du çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin Tîmên Bersivdanê 6'ê Îlonê li navçeya Bayindirê ya Izmîrê li taxa Sadikpaşa Kolana Menderesê kargehek, dikaneke li cem wê û 3 wesayit şewitandine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di encama çalakiyê de agir bi tevahiya avahiyê ketiye, 2 kargeh û 3 wesayit bi temamî îmha bûne.

Tîmên Bersivdanê yên YPS-JINê her wiha ragihand, 1'ê Îlonê li Izmîrê li ser rêya Bayrakli Altin hêwaneke dawetê ya faşîstan û depoya wê hatiye şewitandin û di encamê de hêwana dawetê û depoya wê bi temamî îmha bûne.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin li dijî revdeyên faşîst ên Tirk li her deverê her demê çalak bin.