YPS: Efrîn wê dawiya faşîzma AKP-MHP’ê bîne

Koordînasyona YPS’ê got AKP-MHP wê li Efrînê di wê xwînê de ku dirijînin bifetisin.

Koordînasyona YPS’ê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de daxuyanî da û got, ‘’Berxwedaniya Efrînê wê bibe xeleka xurt a zincîra berxwedanê ya ji Kobanê heta bi Sûr û Cizîrê’’.

YPS’ê di daxuyaniya xwe de got ‘Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji êrişkariya dewleta Tirk a faşîst a kevneşopî sûd wergirtiye, wiha CHP ber bi xwe ve kişandiye û li ser bingehê êrîşkariya faşîst a dewleta Tirk li dijî Rojava êrîş daye destpêkirin’’ û bi domdarî got dewleta Tirk bi vê êrîşê weke ku berê jî bi dehan caran daye ber xwe, armanc dike ku şoreşa Rojava bifetisîne. YPS’ê di daxuyaniya xwe de got pir vekirî ye ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê dijminê hebûna Kurdan û hemû destkeftiyên Kurdan in û ‘Hîtler çi qasî dijminê Yahûdiyan be, Erdogan jî ew qasî û belkî zêdetir dijminê Kurdan be. Erdogan li ser serê Kurdan bûye Hîtler.’’

YPS’ê bi berdewamî diyar kir ku Efrîn ji wan navendên gewherî ye ku di berxwedaniya azadiya Kurdistanê de zarokên xwe yên herî biqedr feda kiriye, malxweyîtî ji hemû berxwedêran û berxwedanan re kiriye û got, ‘’Faşîzma AKP-MHP’ê û dewleta Tirk ji bo ve sedemê bi taybetî gelê Efrînê ji xwe re kiriye hedef. Çawa ku di berxwedaniya xwerêveberiyê de bajarên Kurd ên berxwedêr û fedekar bi taybet kiribe hedef û hilweşandibe niha jî bi ser Efrînê de, ku rê ve dibe van êrîşan didomîne.

YPS’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Me milîtanên YPS, YPS-JIN li ber dîktatoriya faşîst a bakur serê xwe netewand û me li ber xwe da. Em ê berxwedaniya xwe bidomînin. Bi heman giyanî wê gelê me yê Efrînê jî li ber xwe bide. Berxwedaniya Efrînê wê bibe xeleka xurt a zincîra berxwedanê ya ji Kobanê heta bi Sûr û Cizîrê.

Çawa ku berxwedaniya Şengalê û Kobanê bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê, çawa ku berxwedaniya Sûrê û Cizîrê bû îflasa leşkerî, siyasî ya faşîzma AKP’ê, berxwdaniya Efrînê jî wê bibe ew fetloneke ku dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bîne.

Zilma zordaran hebe li dijî vê serhildan jî, berxwedan jî heye, giyanê têkoşînê yê Rêber Apo heye. Berxwedaniya me ya şoreşger heye, ku di şexsê Şehîd Çiyagerran de berbiçav bûye, ti caran serî natewîne, tirsê dixe dilê faşîzmê de

Siberoja azad wê li bin vê alaya berxwedanê bicive. Li ser vê bingehê destpêkê jin û ciwanên Kurdistanî em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her deverê seraqet li berxwedaniya Efrînê xwedî derkevin. Em YPS-YPS-JIN diyar dikin ku teqez em ê bersiva van êrîşan bidin.’’