YPS'ê li 3 bajaran li dijî dagirkeriyê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mûgdat Ay a YPS'ê li bajarên Konya, Antalya û Mûglayê li dijî AKP-MHP'îyan çalakî kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mûgdat Ay a YPS'ê li Konya, Antlya û Mûglayê li dijî dagirkeriyê çalakî kir.

Di daxuyaniya yekîneyê de hate gotin, "Endamên me di çarçoveya pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî, nokerî û sîxuriyê de, li Konya, Antalya û Mûglayê çalkaiyên bi bandor kirine."

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Endamên me yên yekîtiyên êvara 18'ê Hezîranê saet di 21:00 de li taxa Fevzî Çakmak a li navçeya Karatay a Konyayê, li dijî febrîqeya singer a faşîstên AKP'î ya li sîteya Konsan Sanayî çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de febrîqe bi saetan şewitî û îmha bû.

Endamên me yên yekîneyên 18'ê Hezîranê li navçeya Manavgat a Antalyayê li dijî wesayita faşîstekî AKP'ê ya li taxa Yaylaalanê çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayita endamê AKP'ê hate şewitandin.

Endamên me yên yekîneyên di 14'ê Hezîranê de li navçeya Manavgat a Antalyayê wesayita kesekî MHP'î şewitandin.

Di 13'ê Hezîranê de endamên me li navçeya Menteşe ya Mûglayê agir berdan zeviyên genim ên kesekî piştevanê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê. Di encamê de zeviyên ji dehan donimî ya kesê AKP-MHP'î hate şewitandin."

Yekîneyê diyar kir ku ku wê hesabên êrişan li metropolên Tirkiyeyê bipirsin û ji bo "çalakiyên bênavber" bang kir.