YPS'ê li 3 bajaran çalakî pêk anî

Endamên Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz a YPS'ê li dijî hevkarên desthilatdariya AKP-MHP'ê li Şirnex, Riha û Aydinê çalakî pêk anîn.

Endamên Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz a YPS'ê di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxur-hevkaran" li Şirnex, Riha û Aydinê çalakî pêk anîn.

Di daxuyaniya YPS'ê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

"21'ê Gulanê danê nîvro li taxa Cûmhûriyetê ya Şirnexê li dijî marketa Şok a hevkarê desthilatdariyê û şexsekî xayin ê bi navê Selahattîn Kiliç ê hevkarî bi dewleta Tirk a dagirker re kir, bi bombeyan çalakî hate kirin. Li dijî vî şexsê ku 30 sal in bi TC a dijî gel şer dike hevkariyê dike, dema kete marketa Şokê, endamên yekîneya me hem li dijî marketê hem jî li dijî şexsê bi navê Selahattîn Kiliç ê noker çalakî kirin. Encama çalakiyê eşkere nebû.

Şeva 20'ê Gulanê endamên yekîneya me li navçeya Efeler a Aydinê lit axa Ramazan Paşa li dijî kargeheke faşîstên AKP'ê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de kargeha faşîstên AKP'ê bi temamî îmha bû.

19'ê Gulanê danê nîvro endamên yekîneya me li dijî şewitandina zeviyên genim ên li Rojava, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê zeviyên genim ên TÎGEM'ê (Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê) ya dewleta Tirk hate şewitandin ku TÎGEM ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hatibû vekirin. Zeviyên genim, kulûbeyên zeviyan û stargehên wan ên TÎGEM'ê ku pere dixe qaseya şer a dewleta Tirk hatin şewitandin."