YPG nasnameya du şervanên xwe aşkera kir
YPG nasnameya du şervanên xwe aşkera kir
YPG nasnameya du şervanên xwe aşkera kir
Navenda Çapemenî û Raghandina YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên xwe yên ku di 7 û 8'ê Kanûnê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG'ê de hatiye weşandin de ev tişt hatin gotin: “Armanca êrîşên li dijî Rojava bi giştî û Kobanê bi taybet ew e ku vîna gel bişkînin û bi kiryarên xwe yên hov dixwazin deskeftiyên gel têk bibin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê tevî kêmderfetan li dijî êrîşên herî hov ên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin.
Di berdewama daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: “Her du hevalên me Baran Kobanê û Dilbirîn Mêrvan, ji bo azadiya gelê Kurd yê ku di bin gefa dagirkeriyê de ye, riya şehîdên azadiyê şopandin û piştî ku bi qehremanî li berxwe dan, tevlî karwanê şehîdan bûn. Şehîd Baran Kobanê tevî ku bavê du şehîdan e jî lê xwe li hember parastina rûmet û axa xwe ranegirt, çeka xwe hilgirt û li hember dijminê ku li dijî nirxên mirovhiyê ye şer kir. Şehîd Baran soz dabû hemû şehîdan û herdu zarokên xwe ku soza xwe pêk bîne. Şehîd Baran û şehîd Dilbirîn bi gotina ‘Em ne Evîndarê hilgirtina çekê ne, lê em rûmeta xwe diparêzin’ şer kirin û di dîroka welatparêzî û nirxên mirovahiyê de destaneyên dîrokî nivîsandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji balbatên herdu têkoşeran re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.
Nasnameya her du şervanên YPG'ê wiha ne:
Nasnav: Dilbirîn Mêrvan
Nav: Rêzan Şêxî
Dayik: Nadiye
Bav: Merwan
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Dîroka tevlîbûnê: 2014
Dîrok û cihê şehadetê: Serêkaniyê 7’ê Kanûna 2014’an
Nasnav: Baran Kobanê
Nav: Elî Derbûş
Dayik: Orînc
Bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dîroka tevlîbûnê: 2011
Dîrok û cihê şehadetê: Serêkaniyê 8’ê Kanûna 2014’an (kirîza dil)
)