YPG: Li Şêrawa 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan, gelek çete mirin
YPG: Li Şêrawa 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan, gelek çete mirin
YPG: Li Şêrawa 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan, gelek çete mirin
Navenda çapemeniya YPG᾿ê diyar kir ku pevçûnên li navçeya Şêrawa ya Efrînê didomin. Di pevçûnan de gelek çekdar hatin kuştin, wesayîtek bi temamî hate rûxandin û 2 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di pevçûnên li Efrînê di navber şervanên YPG᾿ê û komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ku hîn didomin, bi dijwarî li gundê Basilê 8 saetan dom kir û di encamê de gelek çekdar hatin kuştin û wesayîtek bi temamî hate rûxandin, her wiha 2 şervanên YPG᾿ê jî di van pevçûnan de jiyana xwe jidest dan.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şervanên YPG᾿ê bersiva êrîşên komên çekdar ên ketine gundê Basilê dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hêzên YPG᾿ê ku gund dorpêç kirine duh saet di 03.30᾿an bersiva komên çekdar dan û di encamê de pevçûn bi dijwarî heta saet 11.00᾿an dom kir û di encamê de gelek çekdar hatin kuştin û dema ku hewl didan ku ji herêmê birevin wesayîtek bi temamî hate rûxandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van pevçûnan de 2 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar welatiyên sivîl ên di gunde wek mertal li pêşiyê bikartînin û nahêlin sivîl ji gund derbikevin. di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku armanca YPG᾿ê ew ê parastina sivîlane û derxistina komên çekdar ji gunên kurda û wiha dom kir:᾿̓ Armanca hêzên me parastina sivîlane û komên çekdar ku wêraniyê bi xwe re tînin ji gundan derbixin, ji ber vê yekê em bi baldarî di pevçûnên xwe yên di nava gund de tevdigerin.᾿̓Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûn heta îro li gundê Basilê û riyên di navbera gundê Aqîbê û Ziyarat didomin.᾿̓