YPG: Êrîşên çeteyan didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên komên çeteyan ên li ser herêmên Kobanê û taxa Şêxmeqsûdê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên komên çeteyan ên li ser herêmên Kobanê û taxa Şêxmeqsûdê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“24’ê Adarê saet 11.00-12.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji gundê Hemam ê dikeve başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî derdora bajaroka Şêxler kirin. Komên çeteyan bi awayekî hemwext bi çekên giran êrîş birin ser rojhilatê bendava Tişrînê jî.
Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê berdewam dikin.
Di çarçoveya van êrîşan de 25’ê Adarê (îro) di saetên siharê de komên çeteyan li dijî taxa Şêxmeqsûdê bi topên dojehê êrîşek li dar xistin. Bi van êrîşan ve komên çeteyan xwestin ji milê Seken Şebab û Eşrefiye tekevin taxê, lê hêzên me bersivên tund dan çeteyan. Encama şerên li milê Seken Şebab nehat zelalkirin, lê di şerê milê Eşrefiyê de qasî hatiye zelalkirin çeteyek hat kuştin, 4 çete jî hatin birîndarkirin.”