YPG'ê tabûra bi navê "Qere Berkel" ava kir
YPG'ê tabûra bi navê "Qere Berkel" ava kir
YPG'ê tabûra bi navê "Qere Berkel" ava kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Yramaz yê Kobanê tabûra xwe ya bi navê "Qere Berkel" bi merasîmeke leşkerî ragihand.
Li gundê Yramaz yê başûrê Kobanê bi armanca ku karibin parastina herêmên xwe bikin 60 welatiyên ji gundên başûrê Kobanê tevlî dewreya perwerdê ya şelkerî bûn, piştî perwerdeyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tabûra bi navê "Qere Berkel" bi merasîmeke leşkerî ragihand.
Berpisyarê dewreyê Merwan Sîdo diyar kir ku armanca wan ew bû ku şêniyên gundên herêmê perwerde bikin, da ku karibin li dijî êrîşên komên çeteyan gundên xwe biparêzin.
Endamê tabûrê Sebrî Qarî jî bang li welatiyan kir ku malên xwe bernedin, li dijî êrîşên komên çeteyan liber xwe bidin û axa xwe biparêzin.