YPG’ê nasnameya şervê jiyana xwe ji dest da aşkera kir
YPG’ê nasnameya şervê jiyana xwe ji dest da aşkera kir
YPG’ê nasnameya şervê jiyana xwe ji dest da aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, şervanê YPG᾿ê Zîwer Mihemd Silêman di êrîşa ser benda kontrolê ya li Gundê Biêrîr de jiyan xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniya YPG’ê di derbarê êrîşa li ser benda kontrolê ya YPG’ê de daxuyaniyek da û ragihand ku, Komên Çete bi alîkariya Cebhet El-Nesra êrîşî benda kontrolê ya YPG᾿ê li gundê Biêrîr kirin û di encamê de şervanê YPG᾿ê Zîwer Mihemd Silêman jiyan xwe ji dest da.
YPG᾿ê da zanîn ku, şervanê wan Zîwer dema ku bi erkê xwe yê parastina şêniyên herêmê radibû, bû hedefa êrîşên komên çete yên girêdayî Cebhet El-Nesra û jiyana xwe ji dest da. Şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman di sala 1988᾿an de li gundê Ebdulselamê ya bi ser Ebû Rasên de ye, Navê dayika wî Bedriya Dirbas.
Cenazeyê şervanê YPG᾿ê dê sibe seet di 15.00᾿an de ji navenda tenduristiyê ya Amûdê ber bi bajarê Dirbêsiyê ve were oxir kirin. Li vir dê merasim li Meydana Şehîdan a li ser riya Serêkaniyê were lidar xistin. Piştî merasimê dê cenazeyê şervanê YPG᾿ê Zîwer Mihemed Îsmaîl li goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li Gundê Berkevirê bispêrin axê.
Saziya Malbatên şehîdan bang li welatiyan kir ku, xwedî li berxwedana Şervanê YPG᾿ê derkevin û bigirseyî tevlî mersima oxirkirnê bibin.