YPG'ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ku beriya demekê di berxwedana bajarê Serêkaniyê de birîndar bibû û pêr jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî YPG’ê yê bi navê Mezlûm Hesekê ku beriya demekê di berxwedana bajarê Serêkaniyê de birîndar bibû û tevî hemû hewldanên bijîşkan pêr di 5’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Vîna azad a gelê me, israr û ruhê fedakartiya şervanên me û girêdana wan bi ax û welatê xwe Rojavayê Kurdistanê ve sedema sereke ya serkeftina hemû pêkhateyên Rojava ye.
Rêheval Mezlûm Hesekê ku ev demeke dirêj e ku di berxwedana bajarê Serêkaniyê de birîndar bibû, dihat dermankirin. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî pêr gihişt asta şehadetê.”
Nasnameya şervanê YPG'ê wiha ye:
Nav: Mezlûm Elî
Nasnav: Mezlûm Hesekê
Dayik: Heyfa
Bav: Reşad
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Dîroka tevlîbûnê: 2012
Cih û dîroka şehadetê: 5’ê Kanûna 2014’an