YPG’ê li dijî hucreyên DAÎŞ’ê operasyon li dar xist

Yekîneyên operasyona taybet ên YPG’ê li herêma Dêra Zor û Şedadê li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek li dar xist. Di operasyonê de 4 çete hatin girtin û 2 çete jî di şer de hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û der barê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de agahî parve kirin. YPG’ê diyar kir ku di operasyonan de 4 serçete ku di nav DAÎŞ’ê de bi erkên girîng rabûne, hatine girtin û 2 çete jî di şer de hatine kuştin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Operasyonên Yekîneyên Antî Teror li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmê bê navber didomin. Di navbera 2 û 9’ê Îlonê de li herêmên Dêra Zor û Şedadê bi 3 operasyonên serkeftî 4 serçeteyên ku bi erkên girîng ên koma terorê ya DAê radibûn, hatin desteserkirin û 2 çeteyên din hatin kuştin.

Berfirehiya agahiyên der barê operasyonên yekîneyên me de wiha ne:

Di 2’ê Îlonê de yekîneyên me li herêma Dêra Zorê li dijî serçeteyek ku berpirsek kar û barên aborî ya şaneyên veşartî bû, operasyoneke taybet pêk anî. Di operasyonê de serçeteyê bi navê E.M. hate girtin, her wiha hejmareke mezin dokuman û amûrên din jî hatin desteserkirin.

Di 6’ê Îlonê de hêzên me li herêma Dêra Zorê ser bi maleke ku serçeteyê bi navê Xelef Elî Baş El-Bekirî tê de bû, girt. Di operasyonê de li gel serçeteyê navborî 2 çeteyên din jî hatin girtin. Her wiha çekeke AK-47 û gelek alavên leşkerî hatin girtin.

Di 9’ê Îlonê de hêzên me girt ser maleke li herêma Şedadê ku 2 çeteyên Iraqî xwe tê de vedişart. Di encama operasyonê de her du çete hatin kuştin.

Bi operasyonên di demên dawî de hêzên Yekîneyên Antî Teror karibûn bi awayekî serkeftî pêşî li gelek hewldanên êrîşan û tanzîmkirina çeteyan bigirin. Operasyonên yekîneyên me yên li hember şaneyên veşartî wê li hemû herêmê bê navber berdewam bikin.”