YPG'ê bîlançoya meha Cotmehê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker, komên wê yên çete, çeteyên DAIŞ'ê û şerê di nava meha Cotmehê de qewimî eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker, komên wê yên çete, çeteyên DAIŞ'ê û şerê di nava meha Cotmehê de qewimî eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Cotmehê bi raya giştî re par ve kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Rojava-Bakurê Sûriyê de û got, dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve 57 caran êrîş anîn.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de her wiha diyar kir ku di Pêngava Cengaza Mezin, rizgarkirina Reqayê de 655 şervanên QSD’ê şehîd ketine.
YPG’ê bîlançoya şerê Efrîn, Reqa, Dêrazorê par ve kir. YPG’ê her wiha diyar kir ku di meha Cotmehê de 97 hevrêyên wan tevlî nav karwanê şehîdan bûne.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
EFRÎN
Êrîş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin li ser Rojava û bakurê Sûriyê berdewam dikin. Di Cotmeha 2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran hewl dane ku êrîşî gund û sînorê herêma Efrînê bikin. Lê belê hemû êrîş û hewldanên çeteyan hatine pûçkirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî van hewldanan mafê parastina rewa û bersivdayînê bikar anîne.
Êrîşên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê: 57
Gerandina balafirên keşfê: 12
Bersiva yekîneyên YPG/YPJ li dijî êrîşan: 33
Hejmara dijmin hatiye kuştin: 6 (yek ji wan emîr)
Temas û pevçûnên encam ne diyar: 10
Hejmara dijmin yên ku hatine birîndarkirin: 16
Çek/amûrên dijmin hatine rûxandin: 1 balafirê keşfê, 1 wesayita leşkerî, 1 loder û 1 kamyon
Çek/amûrên dijmin derb xwarine: 2 trêks
REQA
Di 20’ê Cotmeh 2017 Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi awayekî fermî rizgarkirina bajarê Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand. Pêngava Cenga Mezin ya li navenda bajarê Reqqayê bi giştî 134 rojan dirêj kiriyê û di encamê de:
- 450.000 welatiyên sivîl ji zilm û terora DAIŞ’ê hatine xelaskirin û li cihên ewle hatine bicîhkirin.
- 655 ji şervanên QSD’ê, ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û enternasyonal di oxira vê pêngava dîrokî de gihiştine şehîd bûne.
- Şervanên YPG/YPJ di çarçoveya pêngava paqijkirina bajar ji bermahiyên teqemenî yên DAIŞ hejmarek ji yekîneyên xwe li bajar bicîh kirine ta ku carekî din di ewlekariya bajar de rola xwe ya pêşeng pêk bînin.
DÊRA ZORÊ
Pêngava Bagera Cizîrê a ku di 9’ê Îlonê bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li bakurê Dêrazorê û rexên Çemê Firatê hatibû destpêkirin, bi piştevaniya QSD’ê û di bin pêşengtiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê dewam dike. Di nav de zeviyên petrolê yên El-Omer, qadeke berfireh û stratejîk ber bi sînorê Iraqê ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Tevî ku rejîma Sûriyê û hêzên ku wê diparêzin di vê mehê de hewl dane ku bi êrîşên xwe û alîkariya DAIŞ’ê rê li ber pêşketina pêngavê bigirin jî, şervanên QSD’ê herêmên rizgarkirî bi awayekî serkeftî parastine. Bi hezaran welatiyên Dêrazorê ku hem ji rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê direvin berê xwe danê hêzên QSD’ê û ji cihên ewle re hatine veguhestin.
ŞEHÎDÊN ME
Di Cotmeha 2017’an de 97 hevrêyên me ji hemû pêkhatetyên Rojava û bakurê Sûriyê di çarçoveya pêngavên dîrokî yên Cenga Mezin, Bager Cizîrê û berxwedana Efrînê bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.