YPG'ê bîlançoya hefteyekê ya êrîşên çeteyên Tirk eşkere kir

YPG'ê bîlançoya hefteyekê ya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir û ragihand, di encama bersiva YPG/YPJ'ê de 2 çete hatin kuştin ku yek jê serçete ye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di 7 rojên derbasbûyî de jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser gundewarên navçeyên Kantona Efrîna berdewam kirin û di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. Di encama vî şerî de yek jê emîr (Serçete), 2 çete hatin kuştin.

Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

25.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera, gundên Basûfanê û Bircikê Silêman yên girêdayî navçeya Şêrawa û Girê Bedirxan yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan. Di encam de li eniya Şêx Kerez emîrekî çeteyan hat kûştin.

26.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC, doçka û topên hawanê êrîşî Girê Qestelê, Merenazê, Basûfanê, Girê Banî, Girê Bahar û Girê Bedir yên Kantona Efrînê kirin. Her weha li eniya Girê Başûr jî xwestin ku bi treksan çeperên nû yên şer çêkin. Hêzên me jî bersiv dan êrîşa çeteyan û treksa çeteyan dan rawestandin. Her weha di heman rojî de 5 balafirên keşfê yên bê mirov li ser navçeyên Raco û Bilbilê geriyan.

27.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û topên hawanê êrîşî Gundê Basûfanê, Girê Barîn, Girê Bozan, Girê Qestelê, Dîkmedaş, Girê Bedrixan, Başemrê, Girê Başûr û Girê Batman yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me li hemû eniyên ku navên wan derbas dibin bersiva êrîşên çeteyan dan û di encama bersivdayînê de li Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê çeteyek hat kûştin. Her weha di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma Girê Baxtiyar yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê geriyan.

28.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Dîkmedaş, Girê Baflonê û Girê Berfîn yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên giran bersiva êrîşên çeteyan dan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelel nehatin bi dest xistin.

29.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Girê Dîkmedaş, Eyn Deqnê, Merenazê, Minnix, Belûniyê, Basûfanê û Girê Botan yên Kantona Efrînê kirin.

30.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û BKC êrîşî Eyn Deqnê, Girê Barîn, Girê Baxtiyar, Girê Bozan, Girê Banî, Girê Başûr û Girê Baz yên Kantona Efrînê kirin.

31.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û çekên suîkastê ve êrîşî Girê Qestelê, Merenazê, Eyn Deqnê, Girê Baxtiyar, Girê Berfîn û Girê Batman yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiva hemû êrîşên çeteyan dan, lê derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahî nehatin bi dest xistin."