YPG'ê 4 êrîşkarên Girkê Legê girtin
YPG'ê 4 êrîşkarên Girkê Legê girtin
YPG'ê 4 êrîşkarên Girkê Legê girtin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 4 çeteyên ku êrîşî benda Kontrola hêzên YPG'ê ya li çerxeriya gundê Cinêdiyê yê Girkê Legê kiribûn girtin. Her wiha hêzên YPG'ê opersyon li gundê Michim ê ku çete reviyabûnê dan destpêkirin.
Li gorî malpera fermî ya YPG'ê îro di saetên sibê de çeteyan êrîşî benda kontrola YPG'ê ya çerxeriya ketina gundê El-Cinêdiyê yê Girkê Legê kiribûn. Hate gotin ku çeteyên ku êrîş pêkanîbûn reviyabûn gundê Michim ê nêzî herêmê. Li gora çavkaniyên YPG’ê, ku hêzên YPG'ê ku ji saetên sibê de operasyon li gund dabûn destpêkirin 4 êrîşkar girtin. Rayedarên YPG'ê destnîşan kirin ku wan li ser daxwaza şêniyên herêmê, li herêmê operesyon dane destpêkirin.
Çeteyên ku îro êrîşî benda kontrolê ya YPG'ê kirbûn rastî bersivdayîna YPG'ê hatin. Di encamê de pevçûn derketin û çete neçar man maşinek û hin çek li pey xwe hiştin û reviyan gundê herî nêzîkî cihê bûyerê.
Li gorî malpera fermî ya YPG'ê di dema êrîşê de 3 çavdêrên benda kontrolê piştî berxwedaneke bê hempa jiyana xwe ji dest dan.