YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî têkildarî êrîşên çeteyan û artêşa Tirk ên hemwext agahî agahî da.
YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan 19’ê Tebaxê saet 11:00’an de ji milê Mesbeh ve li dijî Taxa Şêx Meqsûd êrîşek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me êrîşê çeteyan hat şikandin. Qasî hat zelalkirin di vê şerî de çetekî hat kuştin.
YPG’ê wiha anî ziman: “Komên çeteyan 20’ê Tebaxê jî, ji çeperên xwe yên Ezazê bi topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranêz û çeperên hêzên me yên dikeve li ser sînorê Ezaz û Efrînê. Hêzên me jî di heman astê de êrîşê çeteyan bersivandin.
Şeva 20’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Ebû Tabat a dikeve rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
Çeteyên DAIŞ’ê 21’ê Tebaxê jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Kadiriyê ya dikeve rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”
ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ AXA FEDERASYONA ROJAVA-BAKUR SURIYÊ LIDARDIXIN, BERDEWAM DIKE
YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk jî ev agahî parve kir : “Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk şeva 20’ê Tebaxê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Tilseriyê ya dikeve rojavayê Kobanê.
Heman rojê saet 18:30’an de û 21’ê Tebaxê jî di saet 11:10’an de helîkopterên ku ji milê dewleta Tirk ve hatin û li ser bajara Serêkaniyê firiyan. Heman helîkopteran piştî demek carek din sînor qut kirin û derbasî milê dewleta Tirk bûn.”