YPG: Bila Tirkiye rê li ber êrîşan bigre
YPG: Bila Tirkiye rê li ber êrîşan bigre
YPG: Bila Tirkiye rê li ber êrîşan bigre
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ji dewleta Tirk xwest ku destwerdanê bike û nehêle ku 'terorîst' xaka wê ji bo êrîşên li dijî Kobanê bikar bînin da ku di hundirê xaka Tirkiye de şer dewam neke
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel girêdayî êrîşa çeteyan a li dijî deriyên sînor ê Murşitpinarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di roja 29'ê Mijdarê de deriyê sînor ê Murşitpinarê yê herêma Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve rastî êrîşeke terorîstî hat. Çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve êrîş kirin. Çete di nava xaka Tirkiye de li gelek deveran belav bûn û yekîneyên me jî ji bo parastina Kobanê neçar bûn ku destwerdanê bikin û li deverên ku çete lê ne şerê wan bikin.
Yekîneyên me karîbûn ku terorîstan ji deriyê sînor dûr bixin, lê hin deverên ku çete hê jî têde ne hene. Ji ber vê jî em ji dewleta Tirk dixwazin ku destwerdanê bike û nehêle ku terorîst xaka wê ji bo êrîşên li dijî Kobanê bikar bînin da ku di hundirê xaka Tirkiye de şer dewam neke."