YPG: 82 êrîşkar hatin kuştin
YPG: 82 êrîşkar hatin kuştin
YPG: 82 êrîşkar hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku di şer û pevçûnên duh ên li herêmên Tirbespiyê û Kobanê de bi giştî 82 endamên komên çete hatine kuştin û 2 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê bal kişand ku ligel hewldanên agirbestê yên bi Artêşa Azad re jî, komên girêdayî Artêşa Azad û hinek komikên Kurd jî di nava êrîşên Dewleta Îslamî/El-Nusra de cih girtine.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê duh îro li herêma Tirbespiyê, Kobanê, Heleb û Efrînê rû dane de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku duh êvarê hate serê vê sibehê li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê êrîşên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra bi beşdariya hinek komên girêdayî Artêşa Azad dom kirine.
‘KOMÊN ARTÊŞA AZAD LI SER SOZÊN XWE RANEWESTIYAN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komen girêdayî Arteşa Azad bi taybetî li herêmên Kobanê û Tirbespiyê di nava êrîşan de cih girtin û wiha hat domandin: “Tevî ku li herêma Kobanê hewldanên agirbestê hebûn jî, ev kom li ser sozên xwe ranewestiyan û êrîşî gundên kurdan kirin.”
‘KURDÊN XAYIN JÎ CIH DIGIRIN’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hinek komikên Kurd jî di nava êrîşan de cih digirin û ev kom wiha hatin rêzkirin: “Di nava van êrîşan de Kurdên xayîn jî hene. Ev kom ên wekî ketîba Selehedîn, ketîba Yusif Azme, ketîba Azadî, ketîba Edil, Komelaya Îslamî ya Kurd in.”
’82 ENDAMÊN ÇETE HATIN KUŞTIN’
Derbarê şer û pevçûnên ku şevê din li herêma Kobanê û Tirbespiyê qewimîn û encamên wan de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Li gundê Îlecax ê Kobanê duh êvarê heta serê vê sibehê şer berdewam kir.Di nava vî şerî de komên girêdayî Artêşa Azad ên li herêma Mimbic, Celabrus û Firin jî hebûn. Di encama vî şerî de 32 endamên komên çete hatin kuştin û doçkayek ket dest YPG’ê. Di şer de 3 endamên YPG’ê jî birîndar bûn. Li herêma Tirbespiyê jî duh bi şev li gundê Taya şer derket û heta sibehê berdewam kir. Di encama şer de 28 endamên çete hatin kuştin, 2 şervanên me şehîd ketin. Li gundê Sofya jî ji duh êvarê heta serê sibehê şer dom kir û di encamê de 22 endamên çete hatin kuştin. Wesayîtek jî hate rûxandin.”
‘ÊRÎŞÊN HELEB Û EFRÎNÊ DIDOMIN’
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêma Helebê û Efrînê jî êrîşên li ser gundên Kurdan didomin û ev tişt hat gotin: “Êrîşên li hemberî gundên Kurdan ên li derdora Helebê û êrîşên li hemberî gundê Basûfanê yê Efrînê dom dikin. Li gundên derdora Efrînê jî rewşa bi aloz didome.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê wê heta dawiyê gelên herêmê li hemberî her cure êrîşan biparêze û ev bang li partiyên siyasî yên ku heta niha bêdeng mane hate kirin: “Em bang li hemû partiyên siyasî yên ku heta niha weke temaşevan li vî şerî dinêrin dikin da ku beşdarî berxwedan û têkoşîna gelê Kurd bibin.