YPG: 47 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir hêzên wan li Çiyayê Kizwanan êrîşa çeteyan şikandine û li Sirîn derbeyên giran li çeteyan dane. Navendê da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 47 çete hatine kuştin û gelek birîndar bûne.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir hêzên wan li Çiyayê Kizwanan êrîşa çeteyan şikandine û li Sirîn derbeyên giran li çeteyan dane. Navendê da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 47 çete hatine kuştin û gelek birîndar bûne.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li kantonên Cizîrê û Kobanê rû dane daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Navenda  Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye: “Piştî hewldanên çeteyên DAIŞ’ê yên dagirkirinê Hesekê ji aliyê hêzên me ve hat valaderxistin, çeteyan vê carê li hember Çiyayê Kezwanan êrîşek destpê kirin lê ev êrîş jî rastî bersivên tund ên hêzên me hat.

Çeteyên DAIŞ’ê ku roja derbasbûyî bi temamî ji navenda bajara Hesekê hatin derxistin, duh sibê li hember çiyayê Kezwanan êrîşek destpê kirin. Li hember vê êrîşê ku girê Izea ya çiyayê Kezwanan hedef girtibû hêzên me bersivên tund dan. Piştî pevçûnên sing bi sing û dijwar heta derengiya şevê berdewam kirin êrîşê çete hatin şikandin. Komên çeteyên ku êrîş li dar xistibûn neçar man ji qadê birevin.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di van pevçûnan de nehatiye zelalkirin. Di xebata lêgerînê de hêzên me li vê qadê tevî 4 termên çeteyan dest danîn ser 1 BKC, 700 fîşekên BKC, 5 kleş, 200 fîşekên kleş, 1 çeka sûîqestê Zagros û 3 çenteyên çeteyan.

Di van pevçûnên dijwar ên li lûtkeya çiyayê Kezwanan 5 hevrêyên me yên ku bi vîn û werekiyeke mezin şer dikirin gihiştin şehadete.̎

KANTONA KOBANÊ

Di daxuyaniyê de der barê pevçûnên li kantona Kobanê jî ev agahî hatin dayîn: “Operasyonên hêzên me yên li derdora bajaroka Sirîn a başûrê Kobanê berdewam dikin.

Hêzên me li derdora gundê Malha ya başûrê bajaroka Sirîn kombûna komên çeteyan çavder kirin û li dijî vê herême operasyonek dorfireh destpê kirin. Di demeke kurt de ev komên çeteyan ketin dorpêça hêzên me û li vir di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerên dijwar qewimîn. Komên çeteyan bi armanca pêşîgirtina pêşketina hêzên me, xwestin bi maşîneke leşkerî êrîşa xwekujî pêkbînin. Hêzên me ev maşîne di nava çeteyan de teqandin û di van pevçûnan de derbên giran li çeteyan xistin.

Di vê operasyonê de qasî hatiye zelalkirin 42 çete hatin kuştin û 17 çete jî birîndar bûn. Hêzên me li vê qadê 7 kleş, 1 çeka sekvanî, 10 rext, 750 fîşeka BKC, 1 eleka ji pola, 1 bêtel û hejmarek amûrên leşkerî bi dest xistin.

Di vê operasyonê de 2 rêhevalên me ku bi ruhê êrîşê nîşan dan ve di serketina li dijî çeteyan de roleke girîng listîn gihiştin şehadete.̎