YPG: 13 çete li Kobanê hatin kuştin
YPG: 13 çete li Kobanê hatin kuştin
YPG: 13 çete li Kobanê hatin kuştin
Di roja 85. a berxwedana Kobanê de, hêzên YPG/YPJ'ê bi çalakiyan hem derbên giran li çeteyan dan, hem jî serweriya xwe xurtir kirin. Di şer û pevçûnên duh êvarê de li eniyên rojhilat û başûr 13 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 85. de jî dewam kirine û hêzên YPG/YPJ'ê bi çalakiyên bi bandor, derbên giran li çeteyan xistine.
Li ser encama pevçûnên dawî yên li Kobanê de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ev agahî bi raya giştî re parve kir.
LI ENIYA ROJHILAT 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Duh bi şev li eniya rojhilat hêzên me li dijî hin nuqteyên ku çeteyan dagirkiribû êrîş pêk anîn. Çalakî li herêmên Kaniya Kurdan û Sukul Hal pêk hatin û 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Li vir hêzên me dest danîn ser roket-avêjek B7 û kalaşnîkovekê.
LI ENIYA BAŞÛR Û BAŞÛR ROJHILAT 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li eniya başûr-rojhilat li derdora Meydana Azadî jî hêzên me duh bi şev li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr hêzên me li herêmên rizgarkirî serweriya xwe pêş xurt dikin. Komên çete xwestin li vê derê êrîşekê bikin lê ji hêzên me derbên giran xwarin. Ev hewldana êrîşê li dijî herêma stratejîk a nexweşxanê pêk hat û 5 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Hêzên me li vê eniyê kalaşnîkovek, rextek, çenteyek û 20 bombeyên destan desteserkirin.
Hêzên me 10 kîlometre li rojavayê Kobanê li dijî komên çete yên li derdora gundê Selîm bicih bibûn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.
ŞERVANEKÎ YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DA
Di çalakiya eniya rojhilat de hevalekî me bi rihê êrîşkar û coşa ku tirs dixist dilê dijmin bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê."