Yolerî: Li girtîgehan bi her awayî zext û tundî tê kirin

Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Yolerî diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi her awayî zext û tundî tê kirin.

Li gorî agahiyên ku girtiyan bi rêya nameyê ji Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re ragihandine, girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê, lêgerîna bi rengê tazîkirî li girtiyan tê ferzkirin, ji ber ku girtî naxwazin bi destkelepçekirî biçin doktor her carê personelên îdarî yan jî leşker êşkenceyê li wan dikin.

Serokê ÎHD'ê ya Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî diyar kir ku her daxwaza girtiyan a ji bo mafên xwe bi tundiyê bersivê dibîne.

GIRTIYÊN NEXWEŞ LI NAVA LEPÊN MIRINÊ TÊN HIŞTIN

Yolerî rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay mînak nîşan da û got, "Fatma Ozbay bi kansera pêsîrê ketiye. Tevî ku gelek encamên testan hene ku nîşan dide kanser belav bûye, nayê dermankirin. Kontrolên wê nayên kirin û di nava lepên nexweşiyê de hatiye hiştin. Ev yek jî tê wateya terikandina ji bo mirinê."

BI TUNDIYÊ BERSIVÊ DIDIN DAXWAZA JI BO TEDAWIYÊ

Yolerî anî ziman ku dema dawî êşkence veguheriye rewşeke rûtîn û destnîşan kir ku nerazîbûna girtiyên nexweş ên nayên tedawîkirin bi tundiyê bersivê dibîne. Yolerî got, "Bi bahaneya şewbê nayên dermankirin. Di vir de hûn dikarin rewşa wê girtiya nexweş fêhm bikin. Li pêşberî vê yekê, rêveberiya girtîgehê diviyabû bi helwesteke hîn tolere nêzîk bûya û bersiv bida pêwîstiyan. Lê belê bi pêkanînên xwe henekên xwe bi girtiyên nexweş dike."

TUNDÎ GELEKÎ ZÊDE YE

Yolerî anî ziman ku tundî li girtîgehan gelekî zêde ye û got, "Her îtiraz, daxwaza bicihanîna maf û daxwazên rûtîn jî bi tundiyê bersivê dibînin. Mînak; dema ku girtiyan dibin cihekî û girtî li ber lêgerîna ku rûmeta wan dişikîne radibin, hingî li wan didin. Me ev yek gelek caran anîn ziman. Ferzkirina lêgerîna bi rengê tazîkirî, di dema birina nexweşxaneyê de bikaranîna wesayita bi tîpa rîng, zexta ji bo mûayeneya bi kelepçeyê, ferzkirina sermijartina li ser piyan. Dema ku girtî li ber van radibin hingî li girtiyan dixin. Yanî di dema lêgerînê de eşyayên taybet hemûyan tevlîhev dikin, dest datînin ser wan. Dema ku girtî li ber vê radibin, vê carê jî tundiya fîzîkî li wan dikin. Lewma em qala tundiyeke bi her rengî dikin. Herî zêde jî tundiya fîzîkî heye. Mafên wan nadin wan. Nebirina girtiyekî nexweş ji bo nexweşxaneyê, tundî ye. Nepêkane ku ev yek bê redkirin."