YNK'ê li ser rewşa tenduristiyê ya Mûrad daxuyanî da

Hate ragihandin, rewşa tenduristiyê ya endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad ku li Elmanyayê tê dermankirin nebaş e û xeterî li ser jiyana wî heye.

Berdevkê Meclîsa Partiyê ya YNK'ê Letîf Neyrobî li ser rewşa tenduristiyê ya Adil Mûrad daxuyaniyek da û got, rewşa wî nebaş bûye.

Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Mûrad, demeke li Elmanyayê tedawî dibe.

Adil Mûrad sala 11'ê Kanûna 1949'an ji dayik bû. Siyasetmedarek e ku bi rengekî çalak di damezrandina YNK'ê de cih girt. Demeke dirêj pêşmergetî kir. Bi gelek wezîfeyên siyasî û dîploamtîk rabû. Adil Mûrad piştgiriyeke xurt dide karê 'Yekîtiya Neteweyî' ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).