YJRK’ê li Helsînkî 3 gerîla bibîranî

YJRK’ê li Helsînkî 3 gerîla bibîranî

Yekitiya Jinên Kurdistanê ya Rojhilat (YJRK) li paytexta Helsînkî ya Fînlandiyayê, ji fermandarê HPG’ê Huseyîn Mahîr û gerîlayê HRK’ê Sîpan Xerîb û Çekdar Helo bibîranî.

Komîsyona YJRK’ê ya Fînlandiyayê, li Komeleya Çanda Kurd a Helsîkiyê bernameyeke bîranînê pêk anî û gelek kes tevli bû.

Di bîranînê de ji malbatên gerîlayên HRK’ê Sîpan Xerîb û Çekdar Helo û gelê kurd re sersaxî xwest. Piştre meleyê mizgefta Helsînkî û nûnerê KCK’ê axaftinek kir û  banga bilindkirina têkoşînê û xwedî derketina li şehîdan kir.