YJK-E: Wê Newroz dîwarên Îmraliyê û faşîzmê hilweşîne
YJK-E: Wê Newroza 2023’an bibe wesîleya hilweşandina dîwarên Îmraliyê û hesap ji faşîzmê were pirsîn.
YJK-E: Wê Newroza 2023’an bibe wesîleya hilweşandina dîwarên Îmraliyê û hesap ji faşîzmê were pirsîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) de hate gotin “Sala 2023’an di gelek aliyan de guhertin û nûbûnên xwe dihewîne.Bi taybet di destpêka sala 2022’an de Erdogan bi rêveberiya xwe ya faşîst re hewl da êrîşên leşkerî zêde bike. Dewlet bi zêdekirina polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û bi armanca dawîlêanîna destkeftiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, di salvegera 100’emîn a Lozanê de hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Dixwaze Kurdên bê nasname, bê dîrok, bê statu û statûya parçebûyî bi rê ve bibe, li aliyê din jî Têkoşerên Azadiyê bi berxwedana xwe ya qehremanî xeyalên Erdoganê faşîst pûç kirin.”
WÊ DÎWARÊN ÎMRALIYÊ WERE HILWEŞANDIN
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di vî warî de Newroza 2023’an wê bibe pêvajoyeke nû ya civakî û dîwarên Îmraliyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were hilweşandin.
Newroza îsal wê bi ronahiya felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ de bibe sala ku jin têkoşîna xwe geştir dikin.
Newroz îsal bibe wê saleke ku maskeya Erdoganê faşîst ê ku gel bi erdhejê re terkî mirinê kir, bikeve. Wê îsal bibe sala ku gel li hemberî polîtîkayên şer hevgirtina xwe geştir dike.
Newroz îsal wê bi ronahiya paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd pêşkêşî gelan kiriye, bibe israra di demokrasiya radîkal de, aştî û wekheviya civakî pêk were.
Bi Newrozê re divê em li hemberî zaliman bibin yek deng û tekane hêz. Di 14’ê Gulanê de wê gel li ser sindoqan bibêje êdî bes e, hemû hesabên polîtîkayên faşîst were pirsîn.”