YJA Star Şîlan Kobanê bibîr anî

YJA Star Şîlan Kobanê bibîr anî

Şîlan Kobanê û çar hevalên wê yên di 29'ê Mijdara 2004'an de li bajarê Mûsil ê Başûrê Kurdistanê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên medyayê bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn.

Di merasîmê de Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, endamên Konseya Leşkerî yên YJA Starê Kawenda Herekol, Pelşîn Koçgirî û gelek gerîla amade bûn. Fermandara Biryargeha Navendî Delal Amed di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Şîlan Kobanê û her çar hevalên me yên din, şehîdên me yên destpêkê yên li dijî hovîtiya DAIŞ'ê ne."

'ŞÎLAN DI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ DE SEMBOLEK E'

Delal Amed ragihand ku Şîlan Kobanê û her çar rêhevalên wê xwedî sekneke kûr a îdeolojîk bûn û got, "Rêhevalên me Şîlan Kobanê û Zekeriya, Cemîl, Ciwan û Fûat, di 29'ê Mijdara 2004'an de li bajarê Mûsilê hatin şehîdxistin. Di kesayetiya van şehîdan de, em hemû şehîdên şoreşê ku îro li Kobanê destanê dinivîse bibîr tînin, li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Şîlan di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de sembolek e. Hevala Şîlan ku yek ji rêhevalên me yên destpêkê ji Kobanê beşdar bûye, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û PKK'ê re di demeke kurt de di xeta îdeolojîk de temsîliyeteke kûr pêk anî û li qadên herî zehmet xeta Rêbertiyê di pratîkê de meşand."

'ŞÎLAN KOBANÊ Û HER ÇAR RÊHEVALNÊ ME LI DIJÎ HOVÎTIYA DAIŞ'Ê ŞEHÎDÊN ME YÊN DESTPÊ NE'

Amed ragihand ku Şîlan Kobanê bi qasî rewşa xwe ya serketî ya di jiyana gerîla de, di xebatên siyasî û civakî de jî gelekî serketî bû û anî ziman, ku Şîlan Kobanê li ser vê bingehê diyar kiriye ku dixwaze li Mûsilê xebatan bimeşîne. Amed di dewama axaftina xwe de ragihand ku hêzên komploker û tarî yên wê rojê, rêxistinbûyîna destpêkê ya DAIŞ'ê bûn û got, "Hevala Şîlan ku fermandareke mezin a Artêşa Jinên Kurdistanê bû, di sala 2004'an de bi çar rêhevalên xwe re xwest, li bajarê Mûsilê di xeta Rêbertiyê de xebatên siyasî û civakî bimeşîne. Lê belê di encama rêxistinbûyîna destpêkê ya DAIŞ'ê de ku hingî nedihat naskirin û îro baştir hatiye fêmkirin, bi destê hêzên tarî hatin qetilkirin.

Gule berdane dil û seriyê her pênc hevalên me. Bi vê yekê re xwestine vê peyamê bidin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: 'Eger hûn bi nêrînên Rêber Apo tevbigerin em ê we ji mejiyê we, eger dilê we mîna yê Rêber Apo bi fedaî lê bide, em ê we ji dilê bikujin.' Bi vî rengî baştir hatiye fêmkirin, ku çeteya tarî ya DAIŞ'ê ji hingî ve xwestiye Kurdistanê dagir bike û bi nîşandana rûyê xwe yê hovane re li Rojhilata Navîn sîstemekê ava bike. Ji ber vê yekê Şehîd Şîlan Kobnê û her çar rêhevalên me, şehîdên me yên destpêkê ne li dijî hovîtiya DAIŞ'ê."

'LI KOBANÊ LI HEMBERÎ ÇETEYAN BERXWEDANEKE BI HEYBET TÊ NÎŞANDAN'

Delal Amed da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê zêdeyî 75 roj in êrîşî Kobanê dikin û li hemberî van êrîşan berxwedaneke bi heybet ê nîşandan û got, "Rêhevala Şîlan ji bo Kobanê sembolek bû. Çeteya DAIŞ'ê, ji ber ku nêrînên Rêbertiya me, sîstema jiyana azad û demokratîk li pêşiya xwe weke astengiyê dibîne, êrîşî tevgera me dike. Bi taybetî êrîşên dijwar dibe ser Kobanê. Li hemberî van êrîşan berxwedaneke bi heybet ê nîşandan. Li Kobanê di kesayetiya Gelhat, Diyar, Arîn, Destîna û bi sedan rêhevalên me de destanên lehengiyê tên nivîsandin. Çalakiyên van hevalan ji bo me peyam in. Çeteya DAIŞ'ê li Kobanê bersiva pêwîst wergirtiye."

Amed destnîşan kir ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bê rûniştandin û zilma DAIŞ'ê jî têk biçe.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.