Yilmaz: Yên kîtabevî bombe kirin li ser sûc hatin girtin

Xwediyê Umut Kîtabevî Seferî Yilmaz ê di rûniştina Doza Şemzînan de axivî got: “Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ê îtirafkar li ser sûc hatin girtin.”

Rûniştina 8’an a doza ku bersûc Alî Kaya, Ozcan Îdenîz û Veysel Ateş ê îftirafkar ê têkildarî êrîşa 9’ê Mijdara 2005’an a li dijî Umut Kîtabevî ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Xwediyê Umut Kîtabevî Seferî Yilmaz Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar û parêzer amade bûn.

Yilmaz got: “Alî Kaya, Ozcan Îdenîz û Veysel Ateş ê îtirafkar ên ev bûyer kirin, ji bo konserê bidin ma hatine Şemzînan? Ev kes li ser sûc hatin girtin.”

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî got: “Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ê îtirafkar ên hatine berdan ji bo dubare bên girtin û divê girtî bê darezandin.”

Heyeta dadgehê ji bo mutalaya esas a derbarê wan wê dosya ji bo Serdozgeriya Komarê ya Wanê bişîne û rûniştin taloqî 24’ê Adara 2020’ê kir.