Yildirim: Kurdan 'Plana Têkbirinê' avêtin ser sergo

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Yildirim got, Kurdan di referandûmê 'Plana Têkbirinê' avetine ser sergoyê. Yildirim diyar kir, ji ber sedema ji qewetketinê di nav AKP’ê de pevçûnê dest pêk kiriye.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yilidirim têkildarî greva birçîbûnê ya ku bi banga KCK’ê bi dawî bû û encamên referadûma bi dek û dolab daxuyanî da.

Yildirim diyar kir, problemên girtîgehan birînek e û xwîn jê diçe û got: ‘’Ji ber vê sedemê jî greva birçîbûnê ya nêzî 300 girtî doh bi dawî bû. Heqê girtiyan heye ku ji hêla yasa û peymanên navdewletî ve hatine misogerkirin. Ev ji nasnameya wan a siyasî serbixwe ye. Van rojên dawî gelek caran nûçe têkildarî girêva birçîbûnê ya Filistiniyên li Israîlê hatine weşandin. Helbet girîng e ku mirov lê xwedî derkeve. Lê mirov bi 10 hezaran kesên ku li welatê xwe ku rastî heman zextê tê û ji nedîtî ve were bêbihistyarbûnek e. Girîng e ku tam greva birçîbûnê hatibû rewşeke krîtîk bi dawî bû. Ji bo ku encamên girantir çênebin me gelekî hewl da. Di vê babetê de em beşên cuda re, bi rêveberên girtîgehê û Wezareta Dadmendiyê re danûstandinên me çêbûn. Ji niha û pê de jî ji bo ku problemên tendiristiyê çênebin, em ê bibin şopdarên rewşa tendiristiyê û binpêkirinên mafan."

TÊKILDARÎ DEK Û DOLABAN

Yildirim li ser encamên referandûmê yên bi dek û dolab jî got: "Ya pêşî têşeyê nîqaşê ya li Komîsyona Destûrê û Meclîsê ye. Me dît ku weke ku birevînin ji komîsyonê û meclîsê derbas kirin, bi gel re naverok par ve nekirin û hemû qanal girtin. Dema ku xebatên referandûmê hatin qadê naveroka wê zêde nehate nîqaşkirin.

Ya dî jî; dema ku li qadê xebatên propagandayê destpêkirin em li newekheviyeke mezin rast hatin. Ji ber ku di medayayê de û di derfetên madî de em ne weke hev bûn newekheviya fersendê çêbû. Ya dî jî 16’ê Nîsanê bi marîfeta YSK’ê mohr li hetîketiya hiqûqî hate xistin, me berê tecrûbe kiribû ku zarfên bê mohr sedema betalbûnê lê YSK’ê vê carê pê li biryara xwe kir.’’

‘AKP TEVLÎHEV BÛ’

Yildirim diyar kir ‘AKP di nav xwe de pir tevlîhev bûye’ û got, ‘’AKP ketiye nav hev,  ji ber  ku AKP li rêjeya 7’ê Hezîranê vegeriya. AKP li rêjeya dengan a ku winda kirî vegeriya.’’

Yildirim diyar kir îdîaya ku dengê Kurdan bi ‘erê’ de şemitîne weke manîpulasyonê bi nav kir: ‘’Me encamên ÎPSOS’ê dîtin. Li Stenbolê dengdarên HDP’ê sedî 99 gotine, ‘Na’ Ên ku dengê xwe dane MHP’ê sedî 79’an gotine NA. Dibêjin polîtîkaya me ya şer a van 2 salên dawî encam girtiye. Bila li encamê wan bajaran binerin ku qedexeya derketine derve lê hatiye ragihandin, li bajarên ku şaredarî hatine desteserkirin.’’

STATÎSTÎKÊN KURDISTANÊ

Yildirim li ser bajarên Kurdistanê ev statîstîk parve kir: "Gimgim ji sedî 87, Licê ji sedî 85, Cizîr ji sedî 80, Nisêbîn ji sedî 79, Gever ji sedî 76, Farqîn ji sedî 75, Silopiya ji sedî 75, Dêrik ji sedî 73, Hezex ji sedî 72, Kerboran ji sedî 70, Sûr ji sedî 65."Yildirim işaret bi 'Plana Têkbirinê' kir, ku di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de hate girtin û got, "Qeyûm li van hemû deveran hatin bicihkirin. Li van hemû cihan derketina derve hate qedexekirin û ev hemû herêm hatin xerakirin. Di nava zexteke giran de dengdan hate kirin. 

Gel, 'Plana we ya têkbirinê' qermiçand û avêt ser sergo. Eger di nava rewşeke hinekî demokratîk de dengdan bihata kirin, wê gelê herêmê sîleyeke mezin li we bida. Gelek dek û dolab hatin gerandin; kişandina wêneyan bi kalaşnîkovê, dayina gelek dengên na bi carekê ji aliyê keyayan ve. Ev hemû di bin kontrola walî û qeymeqaman de hatin kirin."

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim di dewama axaftina xwe de got, "Piçek dengê me yê kêm bûye, ji ber koçberiya bi darê zorê ye. Piçek dengê AKP'ê yê zêde bûye, ji ber hêzên ewlekariyê yên hejmara wan hatine zêdekirin û zextên wan e. Ya ku weke hevrika siyasî derxistin pêşiya me, hêzên ewlekariyê bûn."

Yildirim wiha dewam kir: "Li 12 bajarên herêmê, hejmara sindoqên ji sedî 90 deng ji AKP'ê re derket, ji 900 bûye 1.700. Ev yek bi rengekî eşkere nîşan dide, bê li qadên bejahî zexteke çawa li me tê kirin. Di 1'ê Mijdarê de partiya me li gelek gundên Mûşê zêdeyî ji sedî 80 ê dengan stand. Îro li dehan gundan dengekî bi tenê yê 'NA' derneket. Gelo sosyolojiyeke siyasetê heye ku vê yekê eşkere bike?Hin kes niha radibin dibêjin 'girtina parlamenterên HDP'ê referandûm xistiye nava gumanan'. Em jî ji van re dibêjin 'ê roj baş ji we re'. Dema ku destek dan ragihandina Rewşa Awarte, dema ku we piştgirî dan tezkereya Sûriyeyê, dema ku we destek dan rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, diviyabû wê çaxê ev bihata hişê we."