Yîgît: Hikûmetê butçeya zilam amade kir
Yîgît: Hikûmetê butçeya zilam amade kir
Yîgît: Hikûmetê butçeya zilam amade kir
Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm-Senê Ebru Yîgît, diyar kir butçeya 2015’an butçeya “şerê bi jinan re” ye û got, "AKP’ya ku di her firsendê de jinê ji civakê cuda dike û di nav malê de terîf dike, tam jî li gor vê butçeyeke zilam amade kiriye.”
Pêşnûmeya Qanûna Butçeyê ya 2015’an a hikûmetê amade kiriye di Komîsyona Plan û Butçe ya Meclîsê de ye. Berî niha bi çend rojan butçeya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî hat qebûlkirin. Di butçeyê de karên "xwedîkirina nexweş, îxtiyar û zarokan” wek wezîfeya jinan ku hat terîfkirin, butçeyeke taybet hat amadekirin.
Sekretera Jinan a Navendê ya Egîtîm Senê Ebru Yîgît ku Pêşnûmeya Qanûna Butçeyê ji ANF’ê re nirxand got, "Tam jî butçeyaka şer” e û wiha dewam kir, “Ev şer ne tenê li hember aliyên muxalif ên civakê, kedkaran û Kurdan li hember jinan û têkoşîna jinan şer destpê kiriye.” Yîgît wiha dewam kir, "AKP’ya ku tehemûlî navê jinê nake, di her firsendê de jinê ji civakê dûr dixe û jinê di nav malbatê de terîf dike, tam jî li gor vê butçeyeke zilam amade kiriye.”
Yîgît, got ku butçeyeke ji bı feydeya kedkaran û wekheviya cins dixwazin.