Yên li Wanê plana êrîşa li dijî HDP'ê kirin çima nayên dîtin?

Tevî ku nasname û wêneyên kesên beriya hefteyekê li Wanê plana êrîşa li hemberî HDP'ê kirin aşkera ye jî, hînê ti kes nehatine binçavkirin.

Tevî ku nasname û wêneyên kesên beriya hefteyekê li Wanê plana êrîşa li hemberî HDP'ê kirin aşkera ye jî, hînê ti kes nehatine binçavkirin.

Li Wanê xwediyê înternet cafeyekê, beriya hefteyekê ji muşteriyekî xwe ket gumanê û nivîsên wî şopand. Piştî ku derket holê vî kesî ji kesê bi navê Mûstafa Akin re nivîsa "Em hev du bibînin, em ê êrîşî avahiya HDP'ê bikin, min xwest bang li te jî bikim" nivîsandiye, rêxistina HDP'ê ya Wanê mijar ji rayedarên emniyetê re ragihandin.

Rêveberên HDP'ê yên Bajêr, hemû agahî û dîmenên di destê xwe de radestî polîsan kirin. Midûriyeta Emniyetê der barê mijarê de lêkolîn da destpêkirin.

Lê belê tevî ku di ser re hefteyeke derbas bûye û agahiyên nanameyê, adres û wêneyên van kesan diyar in jî, hînê ti gav nehatiye avêtin. Ev yek gelê Wanê dixe nava fikaran.

'CIHÊ FIKAR Û GUMANAN E'

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî da xuyakirin ku wan hemû agahiyên der barê kesên mijara gotinê de radestî rayedarên Emniyetê kirine. Dîlekçî diyar kir ku bi van agahiyan re emniyet dikare di demeke kurt de van kesan bigire binê çavan û anî ziman ku negirtina van kesan, wan dixe nava fikar û gumanan.