Yên li çiyayên Şengalê dicemidin– Sînan Denîz

Yên li çiyayên Şengalê dicemidin– Sînan Denîz

Serma, baran û herî. Mirov nikarin bêjin ev hîn bûne, bi salan li van çiyan jiyan e. Êzidî berê li lûtkeyên van çiyayan û qûntarên wan jiyane lê ev 40 sal e li deştan, gundan jiyane. Rejîma Baas û dîktator Saddam ev mirov bi zorê ji çiyayan kirine û li deştan bicih kirine. Nifşek li deştan mezin bûne û ev nifş niha yên ku li lûtkeyan jiyan derbas kirine, temsîl dike.

Deşt germ e, tîna rojê deştê diqemirîne. Ev nifşê ku bi vê germahiyê mezin bûn hênikbûna çiyayê Şengalê ji bîr kirine.

Ev nifşê li vê deştê mezin bûne li aliyekî, lê zarokên ku ji her tiştî beyî agahî mezin bûne, di rojeke Tebaxê de bi carekê de xwe li lûtkeyên çiyayan dîtin. Ew hê jî tu tiştî nizanin. 

Ev çend roj e li lûtkeyê çiyayê Şengalê baran dibare. Lê serma tu navberê nade. Li çiyayê Şengalê ji dehezaran zêdetir kes hene. Piraniya van zarokan jin û zarok in.

Li çiya tenê du gund hene. Kolka û Kerse. Ev der bi mirovên ku ji komkujiyê rizgar bûne û welatê xwe terk nekirine tijî ye. Lê yên ku din jî koçî Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirine.

Baran ku ev çend roj e dibare bandorek mezin li ser konan kir. Hundirê hemû konan tijî av bû. Hundir jî û derve jî sar e. Rêya wesayîtan herî ye. Pêlavên mirovan çend kîlo herî digire. 

Jiyan li dora jin û zarokan digere. Jinan di vê pergala jiyana nû de tenûrên xwe danîne û nan dipijirînin. Em çûn cem wan. Me pirsî û wan re jî got; Hûn rewşa me dibînin. Nan dirêjî me kirin. Me got ku bila zarok bixwin. Wan jî got; "Hûn jî zarokên me ne. Cil û bergên xwe şûştibûn û raxistibûn. Hinek li dora tankêrên avê civiyane û avê digirin. Lingên wan bê gor e û pêlavên wan plastîk bû. Hinek jî derdora konan rast dikin.

Zarok hê dicemidin, li derve ne. Hinekan destê xwe kirine bêrika xwe, hinekan kirine bin çengê xwe. Aliyê wan ê dişibe hev jî piraniya wan bê pêlav bûn. Hinek tazî pêlê erdê dikin. Hinek jî bi terlikên ku ji havînê mane. Dicemidin. 

Temenê wan pir biçûk be jî zarokên keç zêdetir hestiyar in. Dema dayikên wan kar dikin, ew jî li xwişk û birayên xwe yên biçûk dinêrin. 

Bila zarokên Şengalê jî şekir bixwin. Li ber çavên me bin ev zarok, bila li ber çavên me mezin bibin.