BI DÎMEN

Yên ku bi destê PDK'ê şehîd ketin - VI

Hemdiye Osman ku 2 kurên wê di êrîşa PDK’ê de şehîd bûn, bi hesret qala zarokên xwe kir û ev bertek nîşan da, “Yên ku pişta xwe didin dewleta Tirk ne Kurd in, tenê dijminê gelê Kurd e.”

HEMDIYE OSMAN

Hemdiye Osman (70) a ji Dêrikê, dayikeke berxwedêr e ku ji sala 1984’an ve li refên pêş ên Têkoşîna Azadiya Kurd cihê xwe digire. Hemdiye Osman ku dayika 12 zarokan e, ji roja PKK’ê nas kir heta bi niha ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşe. Di vê pêvajoyê de 2 kurên wê şehîd dibin û têkoşîna xwe mezintir dike. Kurên wê şehîd Hesret (Hacî Mihemed) di 1992’an û şehîd Siwar (Mihemed Xêr Mihemed) jî 1994’an de tevlî PKK’ê bûn. Şehîd Hesret di sala 1992’an de li Heftenînê şehîd bû û şehîd Siwar jî di sala 1995’an de li Metînayê şehîd bû. Her du kurên wê jî di operasyonên hevpar ên PDK û dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn.

Dayika Hemdiye bi têkoşîna zarokên xwe, zehmetiyên jiyana xwe û parastina nasnameya Kurd serbilind e. Dayika Hemdiye li ser serpehatiyên xwe û zarokên xwe wiha got, “Di vê têkoşîna ku zarokên min tevlî bûn, wê windahiyên me ti car vale neçe.”

HESRET Û SIWAR BÛN ZAROKÊN GELÊ KURD

Dayika Hemdiye dema çîroka berxwedana xwe ya 40 salî parve dike, girêdanbûna xwe ya xurt a bi zarokên xwe re û êşên jiyayî tîne ziman. Naveroka bi hestiyar a nanemaya kurê wê Şehîd Siwar ku piştî tevlîbûna li nava têkoşînê ji bo malbata xwe nivîsandiye, di dilê dayika Hemdiye de şop hiştiye û baweriya wê ya li têkoşînê xurt dike. Dema qala nameya kurê xwe Siwar dike wiha dibêje, “Siwar piştî ku tevlî bû rojek nameyek şandibû. Xwendina min nîne, lê zarokên min nivîsa Siwarê min xwendibûn. Gotibû ku, ‘Min weke bilindahiya çiyayeke bêriya te kir dayê.’

Dayika Hemdiye derbarê biryara tevlîbûna Siwar a piştî şehadeta Hesret jî wiha got, “Piştî şehadeta Hesret got, ‘Ez ê çeka birayê xwe li erdê nehêlim’ û biryara tevlîbûnê da. Dayika Hemdiye got, ‘Zarokên min Hesret û Siwar bûn zarokên gelê Kurd’ li gel êşa xwe êşên civakê jî parve dike.

‘PDK DIJMINÊ GELÊ KURD E’

Dayika Hemdiye ku di encama guleya PDK’ê ya li dijî gerîla de 2 kurên wê şehîd bûn, wiha bertek nîşanî PDK’ê da, “PDK dibêje ez Kurd im. Ger Kurd be çima bi dewleta Tirk re gerîlayan şehîd dike, xwîna bi sed hezaran zarokên Kurd dirijîne. Yên ku pişta xwe didin dewleta Tirk, ne Kurd in, tenê dijminê gelê Kurd in.”