Yên ku AKP protesto kirin hatin binçavkirin

Xwendekarên ku bi mebesta piştevaniyê li Rojnameya Cumhuriyeyê nobeta piştevaniyê dane destpêkirin, bi hênceta ku ‘li dijî hikûmetê’’ dirûşm berz kirine hatin binçavkirin.

Rêveberê Giştî yê rojnmeya Cumhuriyetê jî di nav de binçavkirina 18 kesan tê binçavkirin. Tevahiya rojê çalakiyên bi mebesta piştevaniyê berdewam dikirin, niha jî xwendekarên Cumhuriyetê dest bi nobedê kirin.

6 xwendekarên endamên Federasyona Kulubên Fikir ku bi mebesta piştevaniyê hatibûn ber bîhaniya rojnameyê hatin binçavkirin. Tê saloxdan ku hênceta binçavkirinê dirûşmên ‘’dijberê hikûmetê’’ ne. Parêzer Yelda Koçak diyar kir navê xwendekarên ku hatine binçavkirin ne diyar in û got, ‘’Nabêjin bê ka kesên binçav dikin dibine kû. Em hewl didin ku xwe bigihînin xwendekaran. Emirê polîsan got, ‘’em ê lî dîmenan binerin, ku heqerat li serokkomar nekiribin em ê wan serbest berdin.’’

Nûçegihanên Ciwan ên ku bi mebesta destekdayinê hatin, pankarta ‘’qelemên tûj wê tariyê biçirînin’’ vekirin, saet 19.00’An rêxistinên kedkar ên nûçegihanan wê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.