Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Îzmirê, têkildarî kesên li Kolana Şehîdên Kibrisê ya Alsancakê dema binçavkirin û girtina parlamenter û heverokên HDP'ê şermezar dikirin hatin binçavkirin daxuyaniya nivîskî da. ÇHD'ê diyar kir ku ji 57 kesên hatin binçavkirin jê 7 kes li Qereqola Kantarê ya xerabe dimînin û wiha got: "Muwekilên me di qereqola xerabe de dimînin. Muwekilên me ji ber bêhna boya, tîner û bêhna giran 2 roj in bi nexweşiya ser êşê ketine. Hatine asta jahrînî bikibin. Muwekilên me ji bo sewq bibin serlêdan kirine. Lê ev serlêdana wan bê encam maye. Binçavkirina wan a bi vî rengî li wan bûye êşkence. Dozgerê nobedar ev serlêdana wan red kiriye û li dijî hiqûqê tev geriya ye. Dozger û polîs bi hevkariya hev îşkenceyê li muwekilê me dike. Em dixwazin hemû çapemenî û raya giştî li hemberî vê yekê hestiyar tev bigere."