Girtîgehên weke bîran ji bo zextlêkirina civakê ne
Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Parêzer Sezîn Ûçar got, girtîgehên weke ‘bîran’ ji bo zextlêkirina hemû beşên civakê hatine dîzaynkirin.
Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Parêzer Sezîn Ûçar got, girtîgehên weke ‘bîran’ ji bo zextlêkirina hemû beşên civakê hatine dîzaynkirin.
Greva birçîbûnê ya sê ESP’yiyan a li hemberî sirgûnkirina li girtîgehên weke bîran dewam dike.
Girtîgehên ewlehiya bilind ên tîpa S û Y bûne navê tecrîdê yê nû. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê 43 girtîgehên tîpa S û Y hene. Girtîgehên ku di sala 2023’yan de ji aliyê desthilatdariyê ve weke yên tîpa nû hatine avakirin, bi taybetî jî ji ber bilindbûna dîwarên wan weke ‘’girtîgehên weke bîran’’ tên binavkirin. Hin endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan ên di encama operasyoneke di meha Çileyê de hatine girtin, ji van girtîgehan re hatine şandin. Greva ku li hemberî vê yekê hatiye destpêkirin, ji aliyê sê endamên ESP’ê ve tê domandin.
Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Sezîn Ûçar têkildarî vê mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji bo rejîm kesên bi daxwaza edalet û azadiyê derketine kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan dane, di bin zextê de bigire girtîgehên bi vî rengî ava kirine û got: ‘’Dixwaze pergala tecrîd û îzalasyonê ya li girtîgehan di her warî de li ser girtiyan zêdetir bike.’’
TECRÎDEKE DIJWAR HEYE
Sezîn Ûçar bi bîr xist ku avaniya fîzîkî ya girtîgehên weke bîran jî ji bo ku tecrîdê kûrtir bikin, hatine çêkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji girtîgehên ewlehiya bilind ên din cudatir jî dema hewadarkirinê pir kurt e. Girtî herî zêde dikarin du saetan derkevin û hewayê bistînin. Dikarin di hucreyên yekkesî û sêkesî de bimînin. Bi piranî jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Dîwarên hewadarkirinê ji girtîgehên din gelekî cudatir gelekî bilind in. Ji ber wê yekê jî ji ber ku hem dîwar gelekî bilind in û hem jî gelekî teng û biçûk in weke bîran in. Jixwe ji ber wê yekê weke girtîgehên weke bîran tên binavkirin.
ASTENGKIRINA JIYANA GIRTIYÊN ŞOREŞGER
Di her qateke van girtîgehên sê qatî de kesên ji dozên cuda tên darizandin dimînin. Ev jî ji aliyê ewlehiya girtiyan ve ne mîmariyeke guncav e. Bo mînak dibe ku li qata jortir a kesekî ku bi hinceta endambûna rêxistineke çepgir tê darizandin, kesekî ji ber endambûna DAÎŞ’ê tê darizandin yan jî ceza lê hatibe birîn, bimîne. Ev yek bi zanebûniyê kirin. Kesên ji ber heman îdîayan tên darizandin li blokên cuda tên ragirtin. Bi vê pergalê jiyana girtiyên şoreşger tê astengkirin.
EV PERGAL NAYÊ QEBÛLKIRIN
Kêmbûna dema hewastandinê jî ji aliyê tenduristiya girtiyan ve jî pirsgirêkeke mezin e. Helbet ji bo girtiyên ku cezayê muebata girankirî lê hatine birîn jî ev yek nayê qebûlkirin lê belê ji bo girtiyên dibe ku werin tehliyekirin û li girtîgehê tên darizandin jîpirsgirêkeke mezin e.Jıxwe girtî ji ber nelihevkirina li gel rêveberiya girtîgehê tên sewqkirin. Ji ber vê yekê jî bi van girtîgehên weke bîran tê armanckirin ku beşeke mezin a civakê di bin zextê de bê girtin. Divê li em li hemberî vê yekê bê deng nemînin. Ji aliyê me ve jî û ji aliyê şoreşgerên sosyalîst ve jî ev pergal bi tu awayî nayê qebûlkirin.’’
DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN ÇALAKIYA HEVALÊN XWE
Sezîn Ûçar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ESP’yiyên ku ev çar meh in tên rehîngirtin ji van girtîgehan re hatine sewqkirin û bi bîr xist ku hevalên wan ji bo protestokirina girtîgehên weke bîran dest bi greva birçîbûnê kirine û got: ‘’ Derheqê Hevseroka me Denîz Aktaş, Berdevka SKM’ê Tanya Kara û gelek hevalên me yên din de biryara girtinê hatibû dayîn û ji Girtîgeha Silîvriyê re hatibûn şandin. Di 8’ê Adarê de derheqê wan de gelek lêpirsînên dîsîplînî hatin vekirin û gelek hevalên me ji van girtîgehên weke bîran re hatin sewqkirin. Hevalên me bi greva birçîbûnê bersiv dane vê êrîşê. Mana li girtîgehên weke bîran qebûl nekirin û bi berzkirina dirûşmeyan, dayîna daxwaznameyan û greva birçîbûnê protesto kirin. A niha sê hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Divê hemû partiyên siyasî, çepgir û saziyên şoreşger bala xwe bidin vê yekê. Em bang li wan dikin ku piştgiriyê bidin greva hevalên me û di nava têkoşîna girtina girtîgehên weke bîran de cihê xwe bigirin.’’