Yekîtiya Hêzê ji bo meşa piştevaniya girtiyên ATÎK'î banga tevlîbûnê kir
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo meşa piştevaniya girtiyên ATÎK'î tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo meşa piştevaniya girtiyên ATÎK'î tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo meşa piştevaniya girtiyên ATÎK'î tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de hat ragihandin, ku ji 13 şoreşgerên yek ji pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ATÎK'ê, ev saleke di bin tecrîdê de tê ragirtin. Yekîtiya Hêzê diyar kir, darizandina girtiyan wê di 3'ê Hezîrana 2016'an de destpê bike.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk da xuyakirin, ku ji bo destek ji 10 girtiyên girtiyên siyasî û şoreger ên bi hevkariya dewletên Elman û Tirk hatin girtin, wezîfeya her şoreşger, sazî û kesayetên demokrat e, ku ji bo betalkirina qanûnên 129 a-b têkoşînê xurt bikin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dewleta Elman di her firsendê de êrîşî rêxistinbûyîn û saziya koçberan dike, aktîvîstên polîtîk digire û hewl dide çavên wan bitirsîne. Ji sala 1993'an û vir ve piştî PKK hat qedexekirin, avêtin ser gelek sazî û malên Kurdan, bi dehan aktîvîstên polîtîk ê Kurd hatin girtin. Ji xwe tê zanîn, di roja îro de jî 8 siyasetmedarên Kurd ji ber bendên 129 a-b li Elmanyayê girtî ne.
Weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Elmanyayê, em dixwazin qanûna 129 a-b bê betalkirin, aktîvîstên ATÎK û girtiyên Kurd derhal werin berdan.
Ji bo meşa li Nurnbergê ya yekemîn salvegera girtina şoreşgerên ATÎK'î de tê lidarxistin, em bang hemû şoreşger, sazî û kesayetên demokrat dikin, ku tevlî vê meşê bibin. Em roja 16'ê Nîsanê saet di 14:00 de li Nurnberg-Lorezkîrche'yê li hev bicivin.