Yekîtiya Ewropayê par serlêdana 538 hezar penaberî qebûl kir

Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) serlêdana 538 hezar penaberî qebûl kir.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurosat), hejmara penaberên ku sala 2017'an serlêdana wan hate qebûlkirin 538 hezar e.

Nêzî 60 ji sedî yê penaberên mafê mayinê wergirtin, li Elmanyayê serlêdan kirin. Ji serlêdana 325 hezar û 400 penaberî re bersiva erênî hate dayin.

Fransayê jî serlêdana 40 hezar û 600 kesî qebûl kir. Li Îtalyayê jî ev hejmar 35 hezar û 100 kes e. Awûstûryayê 34 hezar, Swêdê jî 31 hezar penaber qebûl kirin.

Herî kêm Slovakya, Çekya û Polonyayê mafê penaberiyê dan.

33 ji sedî yê penaberên sala 2017'an serlêdana wan hate qebûlkirin ji Sûriyeyê ne. Ev hejmar li gorî salek beriya wê yek ji çar paran kêm bûye. Piştî Sûriyeyiyan welatiyên Afgan û Iraqî tên. Rêjeya wan jî 19 û 12 ji sedî ye.