Yekîtiya Ewropa ji êrîşên li ser Efrînê bi fikar e!
Yekîtiya Ewropa (YE) ku li pêşberî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê bêdegn e, roja suyemîn a şer daxuyaniya 'em bi fikar in' da.
Yekîtiya Ewropa (YE) ku li pêşberî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê bêdegn e, roja suyemîn a şer daxuyaniya 'em bi fikar in' da.
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê Berpiryar Federîca Mogherînî got, ji ber operasyonên faşîzma AKP-MHP'ê ew 'gelekî bi fikar in'.
Mogherînî civîneke çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku operasyona Tirkiyeyê ya dagirkirinê dikare zerarê bide hevdîtinên ji bo aştiya Sûriyeyê.
Mogherînî ragihand, krîza însanî ya li Sûriyeyê dewam dike û got, ji bo gihandina alîkariyê divê rewşeke ku şer bandorê li sivîlan neke bê afirandin. Mogherînî işaret bi wê yekê kir ku divê operasyonên leşkerî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bin û hişyarî da ku karên leşkerî yên aliyan ku weke 'aliyên din' bi nav kir, dikarin zerarê bidin danûstandinên li Cenevreyê.